Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê têkildarî komployê daxuyanî da

  • 15:11 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, bi daxuyaniyekê şermezar kir û wiha gotin: “Têkoşîna me her wê di asta parastina maf, azadî û doza birêz Ocalan de be.”
 
Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê têkildarî komploya 9’ê Cotmehê ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên komploger ve hatiye meşandin, daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya dadgeha Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan jinên dadmend û parêzer hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Navnenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê Xedîce Ibrahîm ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
“Bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jina kurd bû xwedî hebûn. Di hemû qadên jiyanê de jin tê de bû pêşeng û şoreşa xwe li dar xist. Birêz Ocalan xwediyê fikir û felsefeyeke azad e û ji bo civaka xwe heya niha têkoşîneke bê hempa dide meşandin. Rastiya jina têkoşînvan ji me re derxist holê û hişt ku jin jî bibe xwediya nêrîna azad. Bi saya fikirê birêz Ocalan îro jina kurd bûye sembola tevahî jinên cîhanê.
 
Tecrîda girankirî ya ku li ser birêz Ocalan di girtgeha Îmraliyê de tê meşandin, sûcekî mirovî ye. Dewleta tirk bi hemû hewildanên xwe dixwaze civakê ji fikirê azad qut bike. Komploya 9’ê cotmehê ya ku ser birêz Ocalan hat meşandin jî, armanc jê ew bû.  
Em weke jinên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê komploye 9’ê Cotmehê ya li ser birêz Ocalan şermezar dikin. Birêz Ocalan rêhevalê jinê ye, cihê wî ne girtîgeh e. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafê mirovan û civaka navneteweyî ew e ku bi erkê xwe yê mirovî rabin. Têkoşîna me her wê di asta parastina maf, azadî û doza birêz Ocalan de be.”