Komploya navneteweyî li dijî çareseriya demokratîk e

  • 13:05 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - HDP'ê bi wesîleya 22'emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê, panel li darxist. Di panelê de hat gotin ku komplo li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd e û îro ji ber ku komplo bi ser neket tecrît di dewrê de ye.
 
Partiya demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 22'emîn Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê de li avahiya xwe ya navendê a Mêrdînê panel li darxist. Rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajêr, hevserokèn HDP'ê yên bajêr, parlementerê Rihayê Omer Ocelan beşdarî panelê bun.
 
'Divê kurd komployê vale derxînin'
 
Hevserokê HDP yê bajêr Salih kuday axaftina vekirinê kir û got: "Komploya hatiye kirin ne li dijî kesekî ye. Komplo li hemberî Gelê Kurd û rojhilata navîn e. Îro ev komplo bi rêya tecrîdê tê meşandin. Pêwîste Gelê Kurd vê êrişa li dijî xwe vale derxe. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya me ye."
 
'Xwestin kurdan înfaz bikin'
 
Omer Ocelan jî derbarê pêvajoya komployê de nirxandin kir û wiha got:" Li Kursistanê bi sedan serhildan hatin destpêkirin. pêşeng û serkêşên serhildanan têkoşînek mezin dan, lê hertim sînordar man. Wekî têkoşînek di sînorê eşîrtiyê de ma. Rêbertî ji bo Gelê Kurt rê û rêbazek nu da afirandin. Bi raman û felsefeya xwe bu pêşengê siyaseta demokratîk. Cara yekem got Kurdistan mêtingeh e û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşîn kir. Vê riya kurdan ronî kir û bu destpêka serhildanek mezin. Komloya Navneteweyî jî bi zanabuna vê re hat destpêkirin. Xwestin bi tunekirina rêbertî re kurdan înfaz bikin."
 
'Ji ber ku komplo bi ser neket tecrît heye'
 
Omer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berdewamiya komployê û got:" Komplo bi ser neket. Çiqas bi awayek fîzikî rêbertî hat hepskirin ji bi fikir û ramanên xwe timî azad bu. Ji bo gelekî têdikoşe û vê têkoşîna xwe berdewam ji dike. Ji ber ku komplo bi ser neket ji tecrît hat destpêkirin. Ev rêbaza duwem a înfazkirina Gelê Kurd e. Çawa komplo val hat derxistin pêwîste tecrît ji vale were derxistin. Ji bo azadiya hemu gelan li hember tecrîtê tê bikoşin."
 
Piştî axaftinê panel bi pirs û bersivan hat berdewamkirin.