Li rêvebera HDP’ê gefên zayendparest xwarin

  • 11:40 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêvebera HDP'ê ya Mîdyatê Şîrîn Çelebî her tim ji hêla polîsan ve tê şopandin û çend roj beriya niha jî ji hêla 2 mêrên ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne bi êrîşa devkî û tacize rê rûbirû maye. Şîrîn got ev ji rêbazeke êrişê ye li hemberî xebatkarên HDP’ê tên kirin. 
 
Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mîdyatê Şîrîn Çelebî demeke dirêje ji aliyê polîsan ve bi awayekî fîzikî dihat şopandin. Di çend roj beriya niha ji aliyê 2 mêrên ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne bi taciz û heqaretê ve rûbirû maye. 
 
Şîrînê di destpêkê de bal kişand li ser gefên ku rûbirû dimînin û got: “Weke ku her kes şahide ku endam, rêveber û xebatkarên rêxistina HDP’ê her tim bi gef, girtin û revandinê re rûbirû dimînin. Ji derveyî vê ji rûyek din yê êrişê heye; tacîz, tirsandin ango revandin e. Mixabin ez jî li hemberî bûyerekê wisa re rûbirû mam. Beriya hefteyekê 2 mêr bi motorsîkletê ketin li pêy min û min tacîz kirin. Di serî de min vê bûyerê ji rêzê dît û min gelek cidî negirt. Lê belê heman kes rojên borî carek din li ber min derbaz bûn, heqaretê li min kirin û bi gotinên xwe min taciz kirin. Piştî ku min şik bir, min bi dengê bilind ji derdorê arîkarî xwest.”
 
Şîrîn di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku wê fotoyê wan kesan kişandiye û doz li wan kesan veke û wiha berdewam kir: “Ez ê li ser bûyerê rawestim û heya dawî ji ez ê bişopînim. Ez ji naxwazim weke hevalên xwe yên din bêm revandin û bi gefan re rûbirû bêm. Ji xwe di rewşa asayî de jî ez ji aliyê polîsan ve têm şopandin. Bi rêbazên cuda ên taybet dixwazin jinan bêxin xefika xwe. Lê em ê tucarî neyên lîstokên wan. Ne şopandina wan û ne ji tacîza wan dikare me rê li ber me bigire. Ez ê li hemberî wan kesan ji bêdeng nemînim. Em ê li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî serî natewînin."