'Li gorî şerd û mercê şer em amadekariyên xwe dikin'

  • 09:06 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Fîktoriya Yaqo ya yek ji jinên aşûrî ye tevî ku rastî êrîşên qirkirinê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hat, axa xwe terk nekir û niha jî li hember dewleta tirk û komên wê li berxwe dide. Fîktoriya bal kişand ser şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê û wiha got: "Êriş li ku derê dibe bila bibe, armanc qirkirina gelê xiristiyan e. Xeteriya êrîşên li ser Ermîniyan di heman demê de li ser xiristiyanên Til Temirê ye jî."
 
Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, jina aşûrî Fîktoriya Yaqo ya 76 salî ye û ji gundê Til Tewîl yê naçeya 
Til Temirê ye da zanîn ku armanca êrişan qirkirin û koçberikirina gelan e. 
 
'Armanc koçberkirina mirovan e'
 
Fîktoriya êrîşên dewleta tirk ên li ser gundên wan ku ev saleke dewam dike wiha anî ziman: "Di destpêka êrîşên dewleta tirk de her roj em ji ber topbaranê koç dibûn. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku me koç bike û mirovên ku nasnameyên wan ne diyar e, li malên me bicih bikin. Derveyî kesên temen mezin ku temsîla gund û dîroka wê dikin, tu kes nemane. Piraniya şêniyên vî gundî ji ber êrîşa DAÎŞ'ê di 2015'an de koç bûn. Ev saleke em li hember top û êrîşên dewleta tirk li ber xwe didin." 
 
'Bi min mabe ez ê şer bikim'
 
Fîktoriya di dewamiya axaftina xwe de qala girîngiya parastina axa welatê xwe kir û wiha dom kir: "Ez li ser axa xwe bimirim, baştir e ku derkevim derveyî welat. Em ê bihêlin ku Erdogan û dewleta tirk poşman bibin ku têkevin gundê me û wê dagir bikin. Eger dewleta tirk êrîş bike ez ê bi vî temenê xwe çek rakim û şer bikim."
 
'Li gorî şerd û mercê şer em amadekariyên xwe dikin'
 
Fîktoriya li ser çawaniya debara jiyana xwe ya di vê salê de ev tişt got: "Ez bi xwe erdê xwe cot dikim û diçînim. Min di van çar demsalan de baxçeyên xwe çandin û ji berhemê wê min debara jiyana xwe dikir. Fêkî û zebzeyên ku em dixwin ji mala min e. Em di rewşeke şer de dijîn, ji ber wê jî ez li gorî şert û mercên şer amadekariyên xwe dikim."
 
'Êriş û xeteriya li ser Ermîniyan li ser Til Temirê ye jî'
 
Fîktoriya derbarê şerê ku di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de derketiye wiha got: "Gelê Ermen ku berê rastî qirkirinê hatin, niha dîsa bi wî şerî re rû bi rû mane. Erdogan terorîst e, çi karê wî li Sûriyeyê û Lîbyayê heye?  Berê em di aramiyê de bûn, lê piştî ku dewleta tirk hat û êrîş kir, jiyana me xist xeteriyê. Çete tenê bi yek k.m. nêzî me ne, mane xwediyê van çeteyan Erdogan e. Êrîş û xeteriya li ser Ermeniya li ser xiristiyanên Til Temirê ye jî. Armanca Erdogan a ji şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, qirkirina Gelê Ermen e."