'Komîn bingeha avakirina civakeke rêxistinkirî ye'

  • 09:05 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jinên Helebê yên ku di Komîna Gulê Selmo de kar û xebatê dimeşînin, li ser girîngiya komînê wiha gotin: "Komîn di nava civakê de bingeha avakirina rêxistinkirinê ye. Çimkî komîn bi xwe ji kombûnê tê dema ku kombûyîn hebe hezkirin, alîkarî û hîskirin çêdibe."
 
Komîn rihê civakbûyinê, hezkirinê û alikariyê pênase dike. Komîna Gulê Selmo ya taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê komîneke xwesere û di nava vê komînê de nêzî 100 endamên jin cihê xwe digirin. Komîna Gulê Selmo di tîrmeha 2014'an de hatiye avakirin û heta niha 14 komînên xweser hatine avakirin. Bi avakirina komînê re jinên bi navê Eyşe Qasim û Fatma Mihemed heta roja îro cihê xwe digirin û kar û xebatên komînê bi rêxistin dikin. Fatma û Eyşe di derbarê avabûna komînê, kar û xebatê xwe de nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
'Komîn bingeha civakê ye'
 
Ji Rêveberiya Komîna Gulê Selmo, Eyşe Qasim di derbarê kar û xebata komînê de ev yek anî ziman: "Ev nêzî 5 salan e ez di Komîna Gulê Selmo de kar û xebatê didim meşandin. Komîn bingeha civakê ye, ji bo wê kesên ku di vê komînê de cihê xwe digirin barê herî girîng hildigirin. Malên ku girêdayî komînê ne em herdem ziyaret dikin da ku em rewşa wan bizanibin û bi wan re bibin alîkar. Pir malbatên xizan hene pêwistiya wan bi alîkarîyê heye ji bo wê li gor îmkanan em destek didin wan. Di karê komînan de divê kesên ku kar dikin, bi rêxistinkirî û bi perwerdekirî bin. Kesên ku di komînan de kar dikin ji mala xwe dest pê dikin, paşê derbasî nava civakê dibin. Niha komîna me xweser e û em piranî bi jinan re eleqeder dibin. Em dema derbasî malekê dibin, di her malekê de çîrok, êş, xweşî û zehmetî hene, em van hemû guhdar dikin û li gor wê çareseriyan peyda dikin."
 
'Niha 14 komînên xweser hatine avakirin'
 
Eyşe diyar kir ku 14 komînên wan ên xweser heye û wiha pêde çû: "Heta niha jî di hin malan de tundiya li ser jinê hene û em wek komîn van tiştan tespît dikin û li gor wê çareseriyan peyda dikin. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê em li gor kevneşopiyên civakê diçûn û em ji mal dernediketin. Niha me zincîra kevneşopiyên civakê şikenand û em tevlî hemû kar û xebatên jinan dibin. Ji ber yên ku şoreşê hembêz dike û diparêze jin e, ji bo wê şoreşa me şoreşa jinê ye. Ji bo ku em şoreşa xwe biparêzin em ê di hemû waran de kar û xebatên xwe bi rê ve bibin. Me di tîrmeha 2014'an de 6 komînên xweser ava kirin, lê piştî ku hejmarê şêniyên taxê zêde bû û koçberên Efrînê jî hatin me komîna xwe zêde kirin û niha 14 komînên xweser hene. Di her komînan de 2 rêveber hene. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihîştin vê astê, ji bo vê tiştê sereke ji bo me ew e ku em laiqê keda Rêber Apo bin û civakeke azad ava bikin. Civaka ku jin pêşengtiyê bike, helbet dê serkeftin jî mîsoger bibe."
 
'Komîn ji kombûnê tê' 
 
Ji Rêveberiya Komîna Şehîd Berfîn, Fatma Mihemed jî li ser komînan ev tişt got: "Di sala 2014'an de komîn li taxa Şêx Meqsûdê hate avakirin, di destpêkê de me zehmetî dîtin, roj bi roj ew zehmetî veguherî hêz û em niha karê herî girîng didin meşandin. Komîn bi xwe ji kombûnê tê dema ku kombûyîn hebe hezkirin, alîkarî û hîskirin çêdibe. Di komînan de gelek beş hene mîna parastin, xizmetguzarî, tenduristî û lihevanîn. Ji bo wê di komîna de ruhekî cuda tê afirandin. Li ser wê esasê jiyana xwe parve dikin. Divê her jinek komîn ji xwe re bingeh bigire û tevlî kar bibin da ku em bi hev re ji bo tevahî jinan xebat  bikin. Em her dem kar û barê xwe bi rê ve bibin da ku civakek bi rêxistinkirî bidin avakirin."