‘Şaredarî ne ya HDP’ê ya gel e’

  • 09:04 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
QERS - Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi, diyar kir ku îqtîdarê xizmet û rêveberiya HDP’ê ya li Qersê hezim nekir û got: “Êrişên ku pêk tên li hemberî vîna gel pêk tên. Çend Şaredariya Qersê hatibe dagirkirin jî yên bi ser ketin gelên Qersê ne.” 
 
Şaredariya Qersê ji hêla gelek partiyên siyasî ve hatibû birêvebirin. Cara yekem di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) li Qersê bi ser ket. Qers bi pergala hevserokatiyê hat birêvebirin. HDP bi xizmetên xwe cudabûna xwe nîşanî gel da. Lê di 25’ê îlonê de bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê” hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di nava de bi dehan siyasetmedarên HDP’ê hatin binçavkirin û piştre jî Ayhan Bîlgen jî di nav de 17 siyasetmedar hatin girtin. Di 1’ê cotmehê de jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hevşaredar Şevîn Alaca di nav de gelek kes li Qersê hatin binçakirin. Di 2’yê cotmehê de jî waliyê Qersê wekî qeyûm hat tayînkirin. Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi binçavkirin, girtin û tayînkirina qeyûmê wekî darbeyek nirxand û nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir. 
 
‘Di 31’ê Adarê de em bi ser ketin’
 
Sevda di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina rêveberiya herêmî ya sala 2019’an û got: “Di sala 2016’an de rêveberiya me ya partiyê bi giştî hatin girtin. Hejmara me gelekî kêm bû lê belê me dîsa xwebatên xwe meşand. Em di hilbijartina 31’ê Adarê bi ser ketin. Me hêza û mezintiya partiya xwe nîşan da. Me nîşan da ku binçavkirin û girtin li ber me tu carî nabin asteng. Şaredarên berê tu carî xizmetê nedan gelên ku li Qersê dijîn. Piştî ku HDP bi ser ket ji sedî 90 pirsgirêkên Qersê hatin çareserkirin.”
 
‘Jin hatin ser peywîrê’
 
Sevda, di axaftina xwe de bal kişand ser îstîhdamkirina jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê muxatabên çareseriya pirsgirêkên av û gaza xwezayê mêr bûn. Lê piştî ku HDP’ê bi ser ket jin hatin ser peywîrê. Ji ber ku kesên tên li vir jî jin in. Dema jin dibin perpirs bêtir kar tê çareserkirin. Her wiha dema dihatin pirsgirêkên xwe ji hevşaredara Şevîn Alaca yê re digotin em gelek kêyfxweş dibûn. Di her qademeyên rêveberiyê yên şaredariyê de êdî jin cihê xwe girtibûn.”
 
‘Şaredarî ne ya HDP’ê ya gel e’
 
Sevda, destnîşan kir ku şaredarî ne ya HDP’ê yê ya gel e û wiha mijar şîrove kir: “Li Qersê alîgirên HDP’ê gelek in. Li Qersê 19 netewên cuda cuda dijîn. Ev netew xwedî li HDP’ê derdikevin. Dema xizmet hat dayîn jî cudakarî nehat kirin. Ji bo kesên deng dayî û ne dayî xizmet hat dayîn. Kesên ku dihatin serdana şaredariyê jî digotin ‘Me deng nedaye HDP’ê. Lê HDP xizmetê dide tevahiya bajêr.”
 
‘Partiya me her tim li ber xwe daye’
 
Sevda, diyar kir ku li hemberî destkeftiyên ku di 7’ê hezîranê de hatibûn bidest xistin pêla binçavkirin û girtinê hatin destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Partiya me her tim li dijî êrişan li ber xwe daye. Binçavkirin û girtina siyasetmedarên HDP’ê li Qersê hat şermezar kirin. Qers xwedî li siyasetmedaran derket. Îqtîdar tehemûlê xizmetên HDP’ê yên ku li Qersê hati kirin nekir.” 
 
‘Gelên Qersê dê bi ser kevin’
 
Sevda bal kişand ser tayînkirina qeyûmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku Ayhan Bîlgen hat binçavkirin got ‘Divê şaredarî ji hêla jinê ve bê birêvebikirin’. Îqtîdar li hemberî gotina Ayhan Bîlgen qeyûm tayînî şaredariyê kir. Ev helwest nîşan dide ku îqtîdar ji jinê ditirse. Divê bê zanîn ku jin tu carî dev jî têkoşîna xwe bernade binçavkirin û girtin tu carî me natirsîne. Em ji bo hevalên xwe li vir in. Rêveberiya me xurt e. Ne tenê hilbêjerên HDP’ê hemû gelên ku li Qersê dijîn piştgiriyê didin siyaseta me. Kesîmên muxalîf piştgiriyekê xurt da partiyê. Îro dibe ku Şaredariya Qersê hatiye dagirkirin lê divê baş bizanin ku dê sibêhê carek din gelên Qersê bi ser bikeve.”