'Di girtîgeha dewleta tirk de jinan bi qirbaçê îşkence dikin'

  • 09:03 8 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina bi navê F.E. ya ku ji ber êrişên dewleta tirk ji Efrînê berê xwe da bajarê Helebê li ser kiryarên dewleta tirk û îşkencekirina şêniyan wiha got: "Em li Efrînê sê jin û 37 mêr bi hev re hatin girtin û me derbasî Tirkiyeyê kirin. Di zindanê de jin bi qirbaçê tên îşkencekirin û ceyran bi canê mêran dikirin."
 
Herêma Efrînê di 18'ê Adarê ya 2018'an de ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hate kontrolkirin. Piştî êrişên li ser Efrînê dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li Efrînê guhertina demografîk pêk anî û hemû warên dîrokî hilweşand. Her wiha şêniyên ku li Efrînê mane her roj rastî kiryarên nemirovî tên. Her roj jin tên girtin, îşkencekirin û qetilkirin. Herî dawî jina bi navê F.E. ya ji Efrînê ye, ji ber kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê berê xwe da bajarê Helebê. F.E. li dema Efrînê ye ji aliyê dewleta tirk ve di gulana 2018'an ve tê girtin û di girtîgeha Tirkiyeyê ya Dîlokê de dimîne. F.E. kiryarên ku di girtîgeha Tirkiyeyê de dîtiye parve kir. 
 
'Cîrana me çete bû'
 
F.E. di destpêka axaftina xwe de kiryarên ku li Efrînê rû didin wiha parve kir: "Çawa dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, yekser dest bi girtina şêniyan kirin. Piştî Efrîn hate dagirkirin, ez di gulana 2018'an de li mala xwişka xwe bûm, çeteyan li derî dan gazî min kirin û ji min re gotin me ji te re pêdiviyên jiyanê aniye were bigire. Dema gazî min kirin min hîs kir ku tiştek ne normal heye, lê ez neçarbûm ez biçim. Her wiha çetayê ku gazî min kir ew bi xwe jî cirana me bû û navê wî Tarêq bû. Dema dewleta tirk êrişî Efrînê kir wî bi xwe jî êrişî me kir." 
 
'Em 3 jin û 37 mêr hatin girtin'
 
F.E. di dewama axaftina xwe de çawa ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye girtin wiha anî ser ziman: "Bi hinceta ez bi karê rêxistinê û di komînan de kar dikim wiha hatim girtin. Dema min girtin min yekser birin baregehên wan ên li Efrînê û derbarê me de lêpirsîn kirin. Her wiha jinek din bi min re hate girtin û em hemû temenmezin bûn. Di lêpirsinê de ji me dihat pirsîn çima me kar dikir, me jî digot ji ber em kurd in û ev der xaka me ye ji bo wê me kar dikir. Piştî lêpirsinê, min ji wan pirsî da ku ez biçim mala xwe, lê belê nehiştin ez biçim. Derdora nîvro bû leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê hatin û em 3 jin û 37 xortên ciwan bûn, destên me kelepçe kirin, ser çavên me bi paçên reş girtin, me xistin erebaya tirkan me birin bajarê Dîlokê. Paşê jin û mêr hemûyan xistin odayekê, leşkerekî tirk hat û ket odeya ku me xistibûnê û hemû mêr ji êşkenceyê re derbas kirin. Piştre leşkerek di nava wan de hebû û gelek bala me kişand nêzî me bû û me ferq kir ku ew leşker kurd e. Ji min re got hûn çawa ketin destê van zaliman, min jî got em hatin revandin me nedizanî em ê werin girtin."
 
'Bi qirpacan îşkence li jinan dikirin'
 
F.E di dewama axaftina xwe de balkişand îşkenceya ku di girtîgeha Tirkiyeyê de dîtiye û wiha domand: "Me ji carekê birin cihekî cuda û jêrzemîn bû û em ji 20 dirêncekan daketin. Dema me birin wê jêrzemînê hemû kesên ku hatine girtin jin bûn û ji Efrînê bûn. Piştî çend rojan me birin dadgehê û lêpirsîn kirin. Her wiha dema ez di wê girtîgehê de bûm kesên ku hatine girtin  ne digotin jin e ne digotin mêr e îşkenceyên herî giran dikirin û her roj bi qirbaçê li jinan didan û bi ceyranê jî li mêran didan. Li ber çavê me yek kes bi îşkenceyê hate kuştin. Ew kesê ku hatiye kuştin navê wî Hemze bû û du zarokê wê hebûn ev û xwîşka xwe bi hev re hatibûn girtin. Piştî ku Hemze kuştin, leşkeran wêneyê Hemze nîşanî xwîşka wê kirin da ku wê nas dike ango na, lê xwîşka wê bi tirsa îşkenceyê nedikarî bêje birayê min e. Her wiha di dema dagirkeriya Efrînê de şervana YPJ'ê ya bi navê Bêrîtan Efrîn hatibû dîlgirtin û her roj 2 leşkerên tirk dihatin ew dibirin û bi qirbacan her roj li wê şervanê didan û her roj bi îşkenceyên cur bi cur re derbas dikirin. Dengê qêrîna wê şervanê tucaran ji bîra min naçe her ku îşkece dikirin qêrîna wê ezman dihejand. Dema ew şervana YPJ'ê wiha dihat îşkencekirin dayikek Efrînî ji leşkerên tirkan pirsî hûn çima wiha lê dikin û ev dayik rastî destdirêjî hat û rojane hat îşkencekirin. Kesên ku diaxivîn ew ji îşkecenceyan re derbas dikirin, ger kes neaxiviya tiştek li wan nedikirin. Her wiha dayik û keça wê jî hatibûn girtin û leşker ew dayik û keça wê dibirin îşkenceyê û bi qirpaçan li wan didan. Dema keçik dît dayika wê çawa ji êşkenceyê re derbas dibe,  xwe dixeniqand. Me çawa dengê nefesa wê stand me gazî leşkeran kir û leşker gotin dev jê berdin bila xwe bixeniqine. Her wiha di rojê de nîv somin didan me û ewqas tiştên bê exlaqî li beramberî me dikirin."
 
'Piştî 17 rojan hatim berdan'
 
F.E herî dawî banga saziyên mafê mirovan kir da ku bi erkê xwe rabin û kiryarên dewleta tirk qebûl nekin û wiha bi dawî kir: "Piştî 3 caran ez hatim dadgehkirin û 17 rojan di girtîgeha Tirkiyeyê de mam û paşê hatim berdan û hatim Efrînê. Ev 17 roj ji bo min bûbû sed sal, ji ber tiştên ku me dîdît wicdanê mirovan qebûl nedikir.  Piştî ez hatim berdan bi qasî 2 mehan ez bi rêya qaçaxî ji Efrînê reviyam û min berê xwe da bajarê Helebê û bi vî rengî ez ji destê dewleta tirk û çeteyên wê xelas bûm. Em gelê Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û warên me ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat dagirkirin. Her wiha her roj kiyarên ne mirovî li Efrînê li hember jinê tê kirin. Em jî mirov in û mafê me heye ku em ser xaka xwe azad bijîn.  Banga min ji mafê mirovan û hemû rêxistinên ku banga azadiyê dikin ew e helwesta xwe li hember dagirkeriya tirk diyar bikin û hesab bê pirsîn."