ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 8 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Rojnemevan Gulan Botan ku Berxwedana Rûmetê dişopand derbarê salvegera Berxwedana Rûmetê de axivî. Gulan teqez kir ku wan heqîqeta Berxwedana Rûmetê bi rêya objektîfên kamereya xwe ji cîhanê re ragihandin û wîcdanê gelan şiyar kirin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Newroz Uysal bal kişand Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ne darizandinekê adîlane, darizandinekê tolhildanê bû. Tecrîda 22 salan li tu deverê cîhanê mînaka vê nîne.” BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê F.E. ya ku ji ber êrişên dewleta tirk ji Efrînê berê xwe da bajarê Helebê li ser kiryarên dewleta tirk û îşkencekirina şêniyan wiha got: "Em li Efrînê sê jin û 37 mêr bi hev re hatin girtin û me derbasî Tirkiyeyê kirin. Di zindanê de jin bi qirbaçê tên îşkencekirin û ceyran bi canê mêran dikirin." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi, diyar kir ku îqtîdar xizmet û rêveberiya HDP’ê ya li Qersê hezim nekir û got: “Êrişên ku pêk tên li hemberî vîna gel pêk tê. Çend Şaredariya Qersê hatibe dagirkirin jî yên bi ser ketî gelê Qersê ye.” BI DÎMEN 
 
*Jinên Helebê yên ku di Komîna Gulê Selmo de kar û xebatê dimeşînin, li ser girîngiya komînê wiha gotin: "Komîn di nava civakê de bingeha avakirina rêxistinkirinê ye. Çimkî komîn bi xwe ji kombûnê tê dema ku kombûyîn hebe hezkirin, alîkarî û hîskirin çêdibe."
 DÎMEN HEYE
 
*Fîktoriya Yaqo ya yek ji jinên aşûrî ye tevî ku rastî êrîşên qirkirinê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hat, axa xwe terk nekir û niha jî li hember dewleta tirk û komên wê li berxwe dide. Fîktoriya bal kişand ser şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê û wiha got: "Êriş li ku derê dibe bila bibe, armanc qirkirina gelê xiristiyan e. Xeteriya êrîşên li ser Ermîniyan di heman demê de li ser xiristiyanên Til Temirê ye jî."
 DÎMEN HEYE