YRJ: Gurbetelî ji bo hemû jinên rojnamevan sembol e

  • 15:19 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Rojnamegerên Jinên Kurd pîroz kir. 
 
Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRJ) bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li tevahî jinên rojnamevan pîroz kir û dan zanîn ku ew weke rojnamevanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di riya ronahîkirina rastiyên ku li welat, herêm û di cîhanê de tê jiyîn, ew çavên xwe ji van rastiya re nagirin û ew ê li ser mîrateya Hevrê Gurbetellî bimeşin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di şexsê hevrê Gurbetelî Ersoz de em îro Roja Rojnemegerên Jinên Kurd pîroz dikin. Hevrê Gurbetelî ku bi ked û têkoşîneke mezin di riya heqîqetê de meşiya û di oxira vê yekê de canê xwe feda kir em bi minetdarî bi bîr tînin. Hevrê Gurbetelî hîn di wan demên ku dest bi xebatên rojnamegeriyê kir, bi cesaret û wêrekiyeke mezin zilm û zordestiya dagirkeriya dewleta ya tirk li hember jin û Gelê Kurd ji bo ku ji cîhanê re were eşkerekirin, xebateke bêhempa meşand. Di roja me ya îro de jî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk bi taybetî û sistemên desthilatdar bi giştî bi armanca mêtîngeriyê, qirkeriyê, bêîradekirin û bindestkirinê li ser jin û gelan pêk tîne. Em jî weke rojnamevanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di riya ronahîkirina rastiyên ku li welat, herêma me û di cîhanê de tê jiyîn, em ê çavên xwe ji van rastiya re negirin û li ser mîrateya Hevrê Gurbetellî bimeşin.
 
'Gurbetelî ji bo hemû jinên rojnamevan sembol e'
 
Li ser vî esasî em Roja Rojnamevanên Jin pîroz dikin û dibêjin ku heke îro ragihandina me gihaştiye asteke bilind, mîrateya rojnamevan, têkoşer û şoreşger Gurbetelî Ersoz e. Hevrê Gurbetellî Ersoz ji bo hemû jinên rojnamevan sembol e.
 
'Em hemû rojnamevanên ku di oxira rastiyê de meşiyan bi bîr tînin'
 
Her wiha em tevayî rojnamevanên ku di oxira rastiyê de jiyana xwe feda kirin, wekî şehîd Dilîşan Îbiş, şehîd Denîz Firat, şehîd Nûjiyan Erhan, Şehîd Dilovan Gever û gelek jinên rojnamevan yên ku li ser şopa heval Gurbetellî meşiyan jî bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber ked û têkoşîna wan ditewînin. Em weke rojnamevanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî îro bi sedan şopdarên Gurbetellî ne û li pey heqîqetê ne. Me bi vê sozê xwe bi rêxistin kiriye û li ser vê sozê jî weke YRJ'ê em ê bimeşin.