TEV-DEM'ê li ser komplo û êrişên dewleta tirk panel li dar xist

  • 14:25 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - TEV-DEM'ê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Serêkanî û Girêspî panel li dar xist.
 
Bi armanca şermezarkirina salvegera 22'yemîn komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera yekemîn ya dagirkirina Serêkanî û Girê Spî,  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi amedebûna dehan şêniyên Kobanê panel li dar xist.
Panel li hola Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat li darxistin, hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevrîn Xelef, Leyla Agirî, Zehra Berkel û ala TEV-DEM'ê hatibû xemilandin.
 
Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Paşê Hevseroka TEV-DEM'ê ya herêma Firatê Cîhan Derwîş komplo û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Hişmendiya serdest û hegomonîk li dijî hemû hewildanên hilweşandina pergala wan bê navber şer dikin. Li ser vê bingehê zihniyeta desthilatdar felsefeya Rêber Apo ji bo xwe wekî xeterî û metirsiyekê dît. Loma komployeke navneteweyî hat çêkirin. Ew komploya ku di salên 1998'an de dest pê kir heta roja îro bê navber didome. Dewletên serdest di her fersendê de ji bo qirkirina Gelê Kurd lihevkirinan çêdikin. Dagirkirina Serêkanî û Girêspî jî vê yekê teqez dike."   
 
Piştre Rêveberiyê kovara Rojhilata Navîn Selahadîn Muslim jî wiha got: "Dewleta tirk ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê, her tim gef û tehdîdan dike. Bê navber hewil dida  şoreşa me têk bibe û herêman dagir bike. Lê bi saya têkoşîna gel û hêzên me şoreş bi ser ket û me hebûna xwe parast. Herêmên ku hatine dagirkirin jî di encama komployeke din ya ji aliyê Amerîka, Rûsya û Tirkiyeyê bû."
 
Panel bi nixandinan bi dawî bû.