TJA’yê bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê da

  • 13:40 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
RIHA  - TJA’yê bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê da û daxwaz kir ku bên berdan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Rêxistina HDP’ê ya Siwêregê, derbarê 11 kesên ku di nav wan de Dayikên Aştiyê jî hebûn duh li Rihayê hatibûn binçavkirin de daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî tevlî daxuyaniyê bû.  Ayşe, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku hevalên wan bi awayekî nehiqûqî hatine binçavkirin û wiha got: “Dayikên Aştiyê pêşengtiya aştiyê dikin. Ev desthilat ji aştiyê ditirse. Vê carê di hedefa wan de dayik hene. Demildest hevalên me berdin. Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.”