25 Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ji bo yekitiyê meşiyan

  • 12:59 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Li Qamişloyê 25 Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd bi armanca yekîtiyê û bi dirûşmeya “Yekîtiya kurd misogeriya azadiya gelê me ye û têkbirina dagirkeriya Tirk li ser axa me ye” meşeke girseyî li dar xistin.
 
Bi armanca Yekrêziya Kurdî û şermezarkirina êrîşên dewleta trik li ser axa Rojavayê Kurdistanê, 25 Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd yên Qamişloyê bi dirûşmeya “Yekîtiya kurd misogeriya azadiya gelê me ye û têkbirina dagirkeriya Tirk li ser axa me ye” meş li darixistin. Meş bi tevlîbûna sedan endamên partiyên kurd, sazî û dezgehên civakî pêk hat.  Di meşê de alên Yekîtiya Partiya Demokratîk PYD’ê, alên Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî û pankertên bi nivîsa “Em ê dagirkeriyê têk bibin êşkenca îmralî bi dawî bikin”, “Em ê berxwedaniya gelê xwe li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê silav bikin” hatin hildan. Meş ji Çerxereya sewaman dest pê kir û li goristnan Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtingê.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin. li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  Enwer Mislim axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û wiha got: "Li ber çavê dewletên navnetewî êrîş û dagirkerî li bajarên me tên kirin û her kes bê deng e.  Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê çiqasî ku em yek bin û li kêleka hevdu bin, ewqas  em ê bikaribin misogeriya rizgarkirina hemû bajarên xwe di bin dagirkeriyê de mayinde bikin. Partiyên Yekîtiya Niştimanî ew karên welatparêzî û niştîmanî hilgirtiye li ser milê xwe, bi hêviya ku hemû partiyên kurdî bibin yek da ku em civaka xwe biparêzin.”
 
‘Dem dema yekîtiyê ye’
 
Li ser nave Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Jiyan Husên axivî û ev tişt got: "Ev saleke li ser dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî derbas dibe, bi hezaran gelê me koçber bûn û rastî hemû kiryarên dewleta tirk hatin. Ev hemû kiryar li pêşiya çavên hemû cîhanê tê kirin, lê heta roja me ya îro tu kesî dengê xwe nekir. Ev 10 salin ku kirîza li Sûriyayê dewam dike, heta nih jî tu çareserî jê re nehatiye dîtin. Her ku diçe alozî bêhtir dibe, hêzên navnetewî yên ku li ser axa Sûriyayê dimînin naxwazin ku ev alozî were çareserkirin. Her kes ji bo berjewendiyên xwe kar dike, em yekrêziya partiyan gaveke pîroz dibînin, dem dema yekîtiyê ye.”
 
Meş bi dirûşmeya “Bijî yekîtiya Gelê Kurd” bi dawî bû.