10 kesên hatin binçavkirin sewkî dozgeriyê kirin

  • 12:17 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
QERS - 10 kesên ku di 1'ê Cotmehê de li Qersê hatin binçavkirin û dema binçavkirina wan hatibû zêdekirin ji bo îfadeya wan  bê girtin sewkî dozgeriyê kirin.
 
Li Qersê di 1'ê Cotmehê de bi ser gelek malan de hatibû girin û Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 kes serbest hatibûn berdan û 3 kes jî hatibûn girtin. 14 kesên ku Şevîn Alaca jî di nav wan de bû jî dema binavkirina wan hatibû dirêjkirin. Ji  van kesan 10'ên wan piştî îfadeya wan li emniyetê hat girtin ji bo îfadeyê sewkî dozgeriyê hatin kirin.
 
Kesên ku sewkî dozgeriyê hatin kirin navên wan wiha ye: Suat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykiz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tagay, Halîl Kan, Bulent Agbaba û Omer Albayrak e.
 
Herwiha li bendê ye ku îro li emniyetê îdadeya Şevîn Alaca jî bê girtin.