'Pirtûkên Rêber Apo gihandina lûtkeya jiyana rast e'

  • 09:11 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên ereb ên Kantona Şehbayê guhertin û veguhartinên xwe yên di jiyanê de yên bi  xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Jinên ereb gotin: "Em jinên bi şans in ku me perwerdeya xwe li ser lêkolîn û hizrên Rêber Apo dîtine. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo me jiyana xwe ya rast nas kir." 
 
Xwendina pirtûkan yek ji beşeke girîng a perwedeyê ye. Jinên ereb ên li Şehbayê jî bi rêya xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin. Jinên ereb ên Kantona Şehbayê guhertin û veguhartinên xwe yên di jiyanê de yên bi  xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman.
 
'Fikrê Rêber Apo zêdetir nêzî rihê jinê ye'
 
Hevseroka Meclîsa Navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê Ezîze Bişar bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi destpêkirina rêxistinbûyina jinên Şehbayê re, perwerdeyeke 15 rojan li ser pirtûka 'Çawa Bijî ' ya Rêber Apo ji me re hate destpêkirin. Bi xwendina pirtûkên Rêber Apo re û xweperwerdekirina li ser fikrê wî, me wateya  rast a jin û jiyanê nas kir.  Pirtûka 'Çawa Bijî' zêdetir jiyana Rêber Apo, pirsgirêkên jinan, kevneperestiya civakan ku li ser jinan didin ferzkirin, jiyana xwezayî û awayê xwe xelaskirina ji pirsgirêkan şîrove dikir. Di naveroka xwendina pirtûka Rêber Apo de herî zêde mijara zewaca di temenê biçûk de ku bi xwe re gelek pirsgirêk û aloziyan di civakê de dide avakirin dihat nirxandin. Her wiha ji ber ku jin amûra sereke ya avakirina civaka bi rêxistinkirî û zana ye, gotinên Rêber Apo li ser jin û awayê pêşketina wê bandor li min kir.  Ji ber ku her xalek ji pirtûka Rêber Apo nêzî rihê jinê bû. Piştî xweperwerdekirina li ser ramanên Rêber Apo em bûn jinên xwedî biryar."
 
'Pirtûkên Rêber Apo gihandina lûtkeya jiyana rast e'
 
Ezîze da zanîn ku ji bo pêkanîna daxwazên Abdullah Ocalan xwendina pirtûkên wî erkeke û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her gotinek ji pirtûka Rêber Apo bandora xwe li ser me kiriye û me ber bi xwesteka naskirina kûrahiya pirtûkê ve dibir. Xwendina pirtûkên Rêber Apo gihandina lûtkeya jiyana rast e. Ji ber ku Rêber Apo di hemû pirtûk û ramanên xwe de zanekirina jinê û xelaskirina  wê ya ji koletiyê esas girtiye. Ji bo pêkanîna daxwazên Rêber Apo pêwist e em pirtûkên wî bixwînin û xwe li ser perwerde bikin."
 
'Azadî bi perwerdekirina kesayetê dest pê dike'
 
Cîgira Meclîsa Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê Lemiye Şêxo destnîşan kir ku ji bilî pirtûkên Abdullah Ocalan tu riyên xelasiya ji bindestiyê tunebûn û wiha pê de çû: "Piştî bidawîkirina xwendina pirtûka Rêber Apo ya ‘Çawa Bjiî’ em têgihiştin ku civaka xwedî nirx bi azadiya jinê re ava dibe. Xalên herî ku zêde bala mirov di pirtûkê de dikşîne, ew e ku girîngiya Rêber Apo daye hevjiyana azad, heqîqeta têkiliyan û zanista jinê bû. Dema ku mirov perwerdeyê li ser fikrê Rêber Apo bibîne helbet dê encamên girîng û erênî di nava civakê de belav bike. Azadî bi perwerdekirina kesayetê dest pê dike."
 
'Em ji rastiya xwe bêpar mabûn'
 
Lemiye di dawiyê de anî ziman Abdullah Ocalan ji bo xelasiya tevahî jinan çirûska azadiyê ye û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Beriya ku em derbasî perwerdeyên li ser pirtûkên Rêber Apo bibin, ji rastiya xwe em bê par mabûn. Bi xwendina pirtûkan re me jiyaneke bi armanc ji xwe re hilbijart. Em jinên bi şans in ku me perwerdeyên xwe li ser lêkolîn û hizrên Rêber Apo dîtin."