Piştevaniya bi kampanyaya “Em xwe diparêzin” re mezin dibe

  • 09:04 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexî, di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de nêrîna xwe anîn ziman û gotin ku ev kampanya ji bo wan gelek girîng e û banga xwedîderketina li kampanyayê kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 14’ê Îlonê de bi dirûşma “Em xwe diparêzin” kampanyek da destpêkirin û dê 4 mehan ev kampanya berdewam bike. Piştî ku TJA'yê li gelek bajaran starta kampanyaya xwe da, li gelek deveran jin li dijî ji tundî û êrîşên li ser jinê daketin qadan û ji tundiyê re gotin “na.” Jinên Şirexî jî ku piştgiriyê diin kampanyayê  nêrînên  xwe bi me re parve kirin.  
 
Aktîvîsta TJA’yê Zîlan Ecevît, destnîşan kir ku kampanyaya hatiye destpêkirin ji bo jinan gelek girîng e û wiha got: “Civak ji hev parçe kirine. Li dijî jin, zarok û civaka kurd êrîşên bêhempa tên meşandin. Dixwazin jinên kurd ji hev belav û parçe bikin. Lê belê kesê ku vê belavbûn û parçebûnê komî ser hev bike jî dîsa jinên kurd in. Pêngava ku TJA’yê daye destpêkirin jî rastî gelek girîng e. Ne bi tenê jinên kurd divê her kes xwedî li vê kampanyayê derkeve. Êrîşên li ser jinan her ku diçe zêde dibin. Polîtîqayên qirêj ên li dijî jinê taybet tên meşandin. Jinên kurd xedî li kampanyayê derdikevin divê tevahî jin piştgiriyê bidin wan. Ev pêngav pêngavek mezin e. Divê li hemû tax, kolan û kûçeyan jin rabin ser piyan û piştgiriyê bidin kampanya TJA'yê. Em ê di sedsala 21'ê de di pêşengiya jinê de hem xwe û hem jî civaka xwe azad bikin. Di çarçoveya kampanyayê de em ê xwe bigihînin hemû jinên ku tundî li wan tê kirin. Em ê li hemû deveran dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Em ê çawa xwe biparêzin?’
 
Endama Meclîsa Giştî ya Navenda HDP'ê ya Şirnexê  Şîrîn Kilinç jî da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de wan dest bi xebatên xwe kirine û wiha got: “Em ê li herderê bigerin û xwe bigihînin jinan. Her wiha em ê li gundan jî bigerin fikr û ramanên jinan bigirin. Em ê li jinên gundî guhdar bikin û daxwazên wan li ber çavan bigirin. Fikrên jinan ji bo me girîngin. Loma ku em jin tên gele hev û li hember êrîş, tundî, destdirêjî û tecawizê xwe diparêzin. Gelek cureyên tundiyê hene. Li dijî destdirêjiya li ser jinê, zarok, xweza, ziman, çand û hûnerê em ê xwe biparêzin. Em ê destûrê nedin ku êrîşî me bikin. Divê ku em bizanibin em ê çawa xwe biparêzin.  Divê di serî de em di nav malbata xwe de xwe biparêzin. Divê em jinên di nava malbata xwe hişyar bikin û derbarê tundiyê de agahiyê bidin wan. Piştre jî em ê derkevin qadan. Em ê xwezaya xwe jî biparêzin. Em ê li her qada jiyanê xwe bigihînin jinan û rêxistin bikin. Dema mirov dibêje tundî yekem tundiya li ser bedena jinê tê bîra mirov. Lê belê tundî ne bi tenê ew e. Ji ber wê jî em ê mal bi mal bigerin, bi jinan re sohbetê bikin û li ser cureyên tundiyê nêrîna wan bigirin.”
 
‘Rejîma yek mêrî êrîş dike’
 
Endama Meclîsa Giştî ya Navenda HDP'ê Elfesya Nas jî ev tiştan got: “Êrîşa li dijî jinan ku bi taybetî li ser jinên Botanê tê meşandin, bi destên mêr dewletê tên kirin . Ev destdirêjiya li dijî jinê ji aliyê rejîma Erdogan ve tê kirin. Rejîma yek mêrî ya tecawizkar êrîşî jinan dike. Ev êrîş ne bi tenê li jinê tê kirin, li xweza, zarok, kolan û malên me jî tên kirin. Ji ber wê jî em wek jinên Botanê li dijî van êrîşan em gund bi gund digerin û bi jinan re diaxivin. Em li hember van êrîşan jinan rêxistin dikin. Her wiha fikr û ramanên jinan jî digirin. Divê em xwe û hevalên derdora xwe biparêzin. Divê em hemû hevdû biparêzin. Divê bi taybetî ciwanên me tevlî vê kampanyayê bibin. Divê em têkoşîna xwe ji malê de dest pê bikin. Em ê li hember tundîyê têbikoşin. Ev kampanya ji ber wê jî ji bo me gelek girîng e. Jin xweza, mamoste, zanyarî û nasnameya me ye. Em ê li dora vê kampanyayê kom bibin û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Em li hember zilmê serî natewînin’
 
Zehra Begenîr jî got ku kampanyaya hatiye destpêkirin ji bo jinan gelekî girînge û ev tişt anî ziman: “Em ê xwe birêxistin bikin. Wê êdî ji qadan dengê jinan bilind bibe. Em êrîş û tundiya li dijî jinan tê kirin qebûl nakin. Divê em li hember van êrîş û komkûjiyan bêdeng nemînin. Dema ku em bêdeng bimînin wê êrîş jî zêde bibin. Dem dema xweparastinê û dengê xwe bilindkirinê ye. Em li hember zilmê serî natewînin. Bila jin dengê xwe bilind bikin. Wê berxwedana me bidome. Ji ber wê ev kampanya ji bo me gelek girîng e. Divê her kes xwedî lê derkeve.”