'Divê gel li gor hemû pêvajo û êrîşan amede be'

  • 08:52 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - PYD'ê bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye" rêzecivînên ji bo pêngavê li heft cihên cuda  li dar xist.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên PYD'ê yên di çarçoveya pêngava li dijî êrîşên ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, civîn li taxa Kaniya Kurdan, Şehîd Peyman, Şehîd Botan Şerqî û Şehîd Botan Xerbî, Şehîd Moro, Şehîd Kawa û li Şehîd Ebdo li dar xist. 
 
Civîna ku li taxa Şehîd Kawa hatiye lidarxistin, li pêşiya komîngeha taxê çêbû û 200 kes beşdar bûn. Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê hat girtin. Paşê Hevseroka PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen di derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
 
'Divê gel li gor hemû pêvajo û êrîşan amede be'
 
Bêrîvanê bal kişand ser armanca rêzecivînan û wiha got: "Tu hêzên hegomonîk berjewendiya Gelê Kurd naxwaze, lewra rewşa me gelek hesas e. Di vê demê û beriya çend salan berxwedana Kobanê bû, her wiha di sala borî de destpêka êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spî bû, ji xwe rewşa Efrînê jî li ber çav e. Bê guman kiryarên dewleta tirk ên di hundir Sûriyeyê de ji yên li derveyî Sûriyeyê ne qut in. Tirkiye dixwaze bi van êrîş û gefan dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Her wisa mebesta me ew e em bibin pêşengên tevahî gelên bindest. Li ser vê bingehê me pêngava xwe dest pê kiriye û em rêzecivînan li dar dixin. Divê em weke gel û rêveberî ji bo hemû pêvajo û êrîşan amede bin. Dewleta tirk rojane gef û tehdîdan dike, pêwîst e em piştgiriya hev bikin, hebûna xwe biparêzin û berxwedana xwe mezin bikin."
 
Di dawiya civînê de Endamê Biroya Parastinê Nebo Temo perspektîfên pêngavê xwend û bi awayekî berferih şîrove kir.