Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • 08:49 7 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Polisan li Stenbolê bi ser malan de girt û Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkîraz, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, nuçegîhana ETHA'yê û gelek kesên din binçav kirin .
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat meşandin de, polisan li Stenbolê li dijî Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) operasyon pêk anî û bi ser malan de girtin. Di sergirtinan de polisan Hevseroka SDGF’ê Alev Ozkîraz Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî di nav de gelek kes binçav kirin.
 
Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Hevseroka SDGF’ê Alev Ozkîraz, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamên ESP’ê Huseyîn Îldan, Çinar Altan, Omer Sînan, Hidir Yilmaz, Emrah Topaloglû, Zeynep Gerçek, Îbrahîm Gerçek, endamên SGDF’ê Ela Denîz Albayrak, Ozge Dogan, Nazli Yoyler, nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip, HDP PM üyesi Helîn Yilmaz.
 
Hat aşkerakirin ku polisan kesên binçav kirine birine Miduriyeta Polisan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.