Li Waşûkanî çalakî hate lidarxistin

  • 19:11 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKE - Desteya çand û Huner ya Herêma Cizîrê û Tevgera çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ji bo salvegera Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek li dar xistin.
 
Bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Rûmetê û pêngava azadiyê em ê dagirkeriyê têk bibin" Desteya çand û Huner ya Herêma Cizîrê û Tevgera çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ji bo salvegera Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de Gaziyên Rojava û Hevserokê Partiya Yekîtiya Deokratîk PYD'ê Enwer Muslim û bi sedan rêveber û endamên saziya civaka sivîl û koçberên kampa Waşûkanî amade bûn.
 
Di despêka çalakiyê de gel berê xwe da pêşengeha wêneyên fotografîk û yên şêwekaran temaşe kirin. Paşê çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê despêkir. Her wiha bi dengê Rêberê PKK ê Abdulah Ocalan li ser berxwedana gel hate guhdar kirin.
 
'Hilbijartina rêka berxwedanê dê serkeftinê misoger bike'
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk ya PYD'ê Enwer Muslim êrîşên 9'ê cotmehê şermezar kir û wiha axaftinê xwe bi lêv kir: "Di 9' cotmeha 1998'an de Komployek Navneteweyî li ser Rêber Ocalan pêk hat, ev komplo heya roja îro jî dewam dike. Di êrîşên dewleta tirk li ser Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komploya 1998'an e. Em berxwedaniya gel ku heya roja îro di nava kampan de û di bin şert û mercên herî zehmet jiyan dikin silav dikin û em di wê baweriyê de ne ku hilbijartina rêka berxwedanê dê serkeftinê misoger bike."
 
'Em ê asta berxwedanê mezin bikin'
 
Bi navê Malbatê şehîdan Ebid Rezaq  Erabo jî wiha got: "Deskeftiyên şoreşa Rojava hemû bi ked û berxwedana şehîda ne, erka me ye ku em xwedî li deskeftiyên wan derkevin û asta berxwedaniyê bilind bikin."
'Berxwedana gel dê dagirkeriyê têk bibe'
 
Bi navê Gaziyên herêma Cizîrê Hebûn Serêkaniyê pakrewanên Serêkanî û Girê Spî bi bîr anî û wiha pê de çû: "Ji bo parastina gelê xwe ji hovîtiya dewleta tirk a dagirker emê hemû canê feda bikin. Çi dibe bila bibe dewleta tirk sernakeve, ji ber berxwedana gel wê dagirkeriyê têk bibe."
 
Paşê koma Serêkaniyê ya stranan hunerê xwe pêşkêş kirin. 
 
'Em zarokin çima kes dengê me nabhîse'
 
Zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku di êrîşên dewleta tirk de li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi fisforê birîndar bû wiha got:  "Bi eslê xwe ji kobanê me, di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku neviyê dewleta tirk e, em neçarî koçberiyê bûn, me berê xwe da Efrînê, li Efrîn jî ji ber êrîşên dewleta Tirk bi çekên giran û qedexekirî em carek din neçarî koçberiyê bûn . me berê xwe da Serêkaniyê, li wir jî cara sê yem ji ber fisfor û hovîtiya dewleta tirk ez birîndar bûm bi fisfora qedexekirî şewitîm . Ka mafê mirovan, em zarok in çima kes dengê me nabhîze û rê li ber hovîtiya dewleta tirk nagirin?.
 
Paşê sinevîzyon li ser  Berxwedana Rûmetê hate pêşandan.
Çalakî bi dirûşmeya "Bijî berxwedan" bi dawî bû.