Parêzeran serlêdana hevdîtineke nû ya ji bo Îmraliyê kirin

  • 14:10 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz  Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi  muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2019’an de 5 hevdîtinan bi muwekîlên xwe re kiribûn. Lê ji hevdîtina dawîn a 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî neyînî bersiva serlêdana parêzeran nayê dayîn. 
 
Di 23’yê îlonê de bi hinceta “Nexşerê” ya ku di sala 2019’an de weke zêdeka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên li cem.