ÎHD'ê xwest binpêkirinên dema çalakiyên Kobanê bên lêkolînkirin

  • 13:57 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, xwest ku binpêkirinên mafan ên di dema çalakiyên Kobanê de hatin kirin, ji hemû aliyan ve bên lêkolînkirin û lêpirsînek berfireh bê destpêkirin.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, bi boneya salvegera çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di çakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û polîtîkayên hikumeta AKP'ê yên li dijî Kobanê de, ji 6'ê Cotmehê pê ve di xwepêşandanan de 35 sivîl, 2 penaber, 2 polîs, 3 milîtanên rêxistina çekdar bi giştî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û 56 jê zarok 1128 kes hatin binçavkirin, 24 jê zarok 221 kes hatin girtin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku têkildarî bûyeran lêpirsî û lêkolîneke berfireh nehate kirin û wiha hat gotin: "Eşkerekirina kiryarên rastî li aliyekî, di encama operasyonên ku bi destê dadgeriya desthilatdariya siyasî ve hate kirin Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin girtin û herî dawî jî 20 siyasetmedarên HDP'î hatin destgîrkirin û 17 ji wan hatin girtin."
 
ÎHD'ê xwest ku rastî bê aşkerekirin û têkildarî bûyeran lêpirsîneke berfireh û bi bandor bê meşandin.