Rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan

  • 13:15 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Rojnamegerên ku bertek nîşanî binçavkirina hempîşeyên xwe dan gotin ku ew ê ragihandina rastiyan berdewam bikin û ew ê nebin hevkarê sûcê îqtîdarê. 
 
Li Wanê vê sibehê bi ser buroya Ajansa Mezopotamya(MA) û bi ser mala nûçegîhana me û gelekek rojnamegerên din de hatibû girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanên MA'yê Adnan Bîlen, Cemîl Ugur û nûçegîhana me Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên ku hatin binçavkirin biribûn Emniyeta Wanê û hevdîtina wan a bi parêzer re heta 24 saetan hat qedexekirin. 
 
'Em dest ji nivîsandina rastiyê bernadin'
 
Rojnamegerên ku bertek nîşanî binçavkirina hevalên xwe yên xebatê dan, diyar kirin ku ew dest ji nivîsandina rastiyê bernadin.  Ronameger Dîlan Babat, "Bi ser malên hevalên me de girtin û ew binçav kirin, alavên me yên teknîkê û arşîva me jî desteser kirin. Bi êrîşa li me hat kirin dixwazin pêşiyê li ragihandina rastiyê bigirin. Lê em ê karê xwe berdewam bikin û rastiyê binivîsin."
 
'Rojnamegerî ne sûc e'
 
Rojnameger Ozlem Yayan a ku got dema ku nûçe dişopandin polîsan ew asteng kirine jî ev tişt ghot, "Rojnamegerî ne sûc e. Bila hevalên me serbest berdin. Em dest ji nivîsandina rastiyê bernadin."
 
Rojnameger Hîkmet Tunç jî wiha got, "Li welêt êdî ev bûyer bûne ji rêzê. Ev ne cara yekê ye ku êrîşî ajansên me dikin. Lê her cara ku digirin dengê me bilindtir dibe. Îqtîdar sûc dike. Em nabin hevkarên cûcê îqtîdarê û em ê bibin dengê gelê xwe."