Hevdîtina bi parêzeran a rojnamegerên di bin çavan de hat sînorkirin

  • 12:26 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Biryara sînorkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran a ji bo 4 rojnamegerên li Wanê hatine binçavkirin, hat dayin. 
 
Li Wanê polîsan vê sibehê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) û malên nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana me Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala de girt. Polîsan her çar rojnameger binçav kirin û dest danîn ser alav û materyalên dîjîtal ên wan.
 
Polîsan bi saetan li buroya ajansa Ma'yê lêgerîn pêk anî. Nûçegihanên Ma'yê xwestin li gel wan lêgerîn were kirin lê destûra wan nehat dayîn. Polîsan hart dîskên kompîtoran birin. Her çar rojnameger li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin. 
 
Di serdegirtina malan de polîsan nûçegihên Ajansa Mezopotamyayê Cemîl Ûgûr û Adnan Bîlen û rojnamegerên din bi ser dev avêt erdê. Hat zanîn ku tîmên taybet jî di operasyonê de cih girtine. Hat zanîn ku Cemîl Ûgûr li ser fermana dozgeriyê hatiye binçavkirin. Hevpîşeyên Cemîl Ûgûr xwestin wêne û dîmenên kêliya binçavkirinê  bigirin lê polîsan asteng kir û dîmenên hatibûn girtin jî ji aliyê polîsan ve bi darê zorê jê hatin birin. 
 
Her wiha hat ragihandin ku biryara sînorkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran danîn ser 4 rojnamegeran.