4'emîn kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan dest pê kir

  • 12:08 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Jinên Ciwan yên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Rêxistinkirina jinên ciwan têkbirina dagirkeriyê ye” 4’emîn kongreya xwe li dar xist. 
 
4’emîn Kongreya Jinên Ciwan li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “Rêxistinkirina jinên ciwan têkbirina dagirkeriyê ye” li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê Kantona Qamişloyê dest pê kir. Kongre li navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê bi tevlîbûna 550 delegî hat çêkirin.  Hola kongreyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nvîsa “ji berxwedana Îmraliyê heta Heftanînê em ê teqez bi ser bikevin”, “Bi yekîtiya jinan wê cîhaneke azad ava bibe” hatibû xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, dîwana kongreyê ji 5 jinan hate hilbijartin.
 
‘Dewleta tirk dijminatiya azadî û vîna civakan dike’
 
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya PYD'ê Foza Yûsif, kongre li tevahî jinên ciwan pîroz kir û wiha got:” Bi coşa ciwanan me rojên serkeftinê pêşwazî kir. Li ser civaka me gelek pilan û gef hene, li kêleka wê jî ji bo jinan gelek pêvajoyên zehmet tê jiyîn. Di vê kongreyê de pêwist e ev bi rengekî fireh bên nirxandin. Nîqaş û biryarên me pêwist e ser esasê pêşxistina dema pêş be û em bawer in wê bandora wê jî hebe. Her kes dizane ku dewleta tirk û hevkarên wê dixwazin planên qirkirina gelê me berdewam bike. Daxuyaniyên ku di vê dema dawiyê de jî hatine dayîn li ser esasê wê siyasetê ye. Şerekî dijwar li ser hemû pêkhateyên herêmê tê meşandin û dagirkeriya dewleta tirk hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de digire dest. Dewleta tirk dijminatiye azadî û vîna civakan dike, êriş û dagirkeriya wê vê yekê ji me re dide nîşandan. Xeteriyeke mezin niha heye û pêwist e em jî li gor wê xwe bi rêxistin bikin, erka mezin jî dikeve ser milê ciwanan. Bi hêza jinên ciwan em ê dagikeriyê têk bibin.”
 
Piştî axaftina vekirinê, perspektîvên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê jinên ciwan de hatin xwendin. Niha jî kongre bi axaftinên mêvanan dewam dike.