'Pêwist e her mamosteyek xwedî li deskeftiyên şoreşê derkeve'

  • 09:12 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Mamosteyên Zimanê Kurdî Roja mamosteyên cîhanî li tevahî mamoste û xwendevanan pîroz kirin û gotin: "Em  wek mamoste dixwazin civakek bi exlaq, polîtîk, baş û li ser bingeha projeya netewa demokratîk ava bikin."
 
Mamoste rolek esasî di nava civakê de dileyîze. Mamoste ew kes in ku nifşên nû bi çand, dîrok û li ser rastiyan didin perwerdekirin. Xwedî derketina çand ji zaroktiyê de dest pê dike ji bo wê perwerdekirina nifşên pêşerojê erka esasî ye û dikeve ser milê mamosteyan. Di 5'ê cotmeha 1994'an ve ev roj weke roja mamosteyên cîhanê tê pîrozkirin. Bi munasebeta vê rojê Mamosteyên Zimanî Kurdî ya bajarê Hesekê ev roj pîroz kirin û nêrîna xwe parve kirin.
 
'Pêwist e her mamosteyek xwedî li deskeftiyên şoreşê derkeve'
 
Nûnera dibistana Ehmed Zeal a taxa Til Hecer ya girêdayî bajarê Hesekê Nalîn Mihemed teqez kir ku di roja îro de xewin û xeyalên dapîr û bapîrên wan pêk tê û wiha got: "Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê xewin û xeyalên dapîr û bapîrên me bû ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin ango biaxivin. Piştî şoreşê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, fedekariya şehîdan û berxwedana gelan îro her netewek bi ziman û çanda xwe tev digere. Ev yek jî deskeftiyên bingehîn ên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê barê mamosteyên ziman giran e û pêwist e her mamosteyek bi erkê xwe yê wicdanî rabe û xwedî li deskeftiyên şoreşê derkeve. Di pergala netewa demokratîk de her mamosteyek xwedî sekin, exlaq û bi zanebûna xwe tê hilbijartin. Li ser vê bingehê hevjiyana azad jiyana xwe dewam dike."
 
'Armanca me avakirina civakek exlaqî û polîtîk e'
 
Mamosteya Dîrokê, Meha Xelef da zanîn ku pêwist e her netewek dîroka xwe nas bike, têkoşîn bike da ku pêşerojek azad ava bike û wiha pê de çû: "Naskirina dîrokê ji her mirovekî re pêwist e. Dema mirov dîroka xwe nas dike hebûn û nasnameya xwe nas dike. Kesê ku ji dîroka xwe dûr dimîne ji helandinê re derbas dibe. Ji bo wê em wek mamosteyên dîrokê erka me ya bingehîn ew e ku em dîroka xwe hînî nifşên pêşerojê bikin, zane bikin û pêş bixînin. Xweşikbûn zanebûn e, dema mirov kesekî zane dibîne wê xweş dibîne. Em jî wek mamoste dixwazin civakek exlaqî, polîtîk, xweşik û li ser bingeha projeya netewa demokratîk ava bikin."