Binpêkirina mafên li Girtîgeha Kayseriyê zêde dibin
- 09:11 6 Cotmeh 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Binpêkirina mafên ku girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Kayseriyê pê rû bi rû dimînin zêde dibin. Vê carê jî dema hewadariyê saetekê hat kêmkirin.
Binpêkirina mafan a ku girtî pê rû bi rû tê hiştin her diçe zêde dibe. Yek ji girtîgehên ku binpêkirina mafan herî zêde lê rû dide Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Kayseriyê ye. Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Kayseriyê name, pirtûkan nadin girtiyan û dema hewadariyê saetekê hatiye kêmkirin. Her wiha dema girtî nerazîbûna xwe nîşan didin jî cezayê dîsîplînê ji bo wan tê birîn.
Girtiyê bi navê Jiyan Ay ê ku cezayê muebetê girtiye bi rêya hevdîtina bi telefonê anî ziman ku ew êdî nikarin hilmê bistînin û rêveberiya girtîgehê hewadariya sê saetan daxistiye saetekê.
Malbata Jiyan diyar kirin ku girtî "di nava zindanê zindanê dibînin" û banga piştigiriya raya giştî ya li dijî zextên li girtîgehan kir.