Eren Keskîn: Gurbetelî sembola jinên serî netewandine

  • 09:10 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Yekemîn gerînendeya weşana giştî ya Tirkiyeyê Gurbeteli Ersoz li dijî zext û zordestiyan kevneşopiya têkoşîna di qada çapemeniyê de dewam kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn a ku demekê gerînendetiya weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye da zanîn ku Gurbetelî sembola jinên ku serî natewîne û wiha got:"Gurbetelî bijiya ew ê îhtimaleke mezin di girtîgehê de ba lê wê ji rojnamegeran bigota 'serî netewînin rêya xwe dewam bikin'."
 
Gurbetelî li dijî sîstema ku jin ji qirkirinê derbas kiriye bi pênûsa xwe kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir. Li dijî zimanê zayendperest û zihniyeta baviksalarî bi sekna xwe ji jinên rojnameger rêyek xêz kir. 
 
Gurbeteliya ku di 1965'an de li Paloya Xarpêtê ji dayik bû li Fakulteya Kimyayê ya Zanîngeha Çukurovayê peywira lêkolînê kir. Di 1989'an de hat girtin û di 1993'an de ji girtîgehê derket. Piştî ji girtîgehê derket gerînendîtiya weşana giştî ya Ozgur Gundemê kir. Gurbetê bi pênûsa xwe li dijî polîtikayên cudakariyê sekinî. 
 
Gurbeteliyê di salên 90'î yên ku zext zêde bûbûn berê xwe da çiyayên jê re digot "Min dilê xwe de da neqişandin". Gurbeteli ya 3 salan li çiyê ma 1997'an de di pevçûneke li Herêma Federe ya Kurdistanê ya  jiyana xwe ji dest da. 
 
Jinên Kurd ên Rojnameger 7'ê Cotmeha ku Gurbeteli Ersoz jiyana xwe ji dest daye ji 2014'an heta niha wekî Roja Rojnamegiya Jinên Kurd pîroz dikin. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin a ku serdemekê Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê kir têkildarî Gurbeteli Ersoz a ku ji nêz ve nas dike, kir. 
 
'Gurbetelî sembola jinên serî netewandiye'
 
Erenê diyar kir ku dema rojname hat derxistin ew parêzera rojnameyê bû û Gurbeteli ji nêz ve nas dikir û wiha got:"Gurbeteli jineke nazin, bi biryar lê li gor cihê xwe sert bû jî. Wê peywireke girîng da ser milê xwe. Çimkî di demê 90'î de gund dihatin şewitandin, cinayetên kontrgerila hebû, binçavkirin, windakirin zêde bûn û êşên li Kurdistina bi tu hawî di medyaya tirkan cihê xwe nedigirt. Tevî van zextan biryar hat dayin rojnameyeke wekî Ozgur Gundem bê derxistin û gerîndeya weşana giştî jî bibe jinek. Yanî ev biryar ji bo wê demê biryara hêzbûyinê bû. Jixwe piştî rojname derket Gurbeteli bi zextên mezin rû bi rû ma. Avahiya rojnameyê hat bombebarankirin û zarokên rojname belav dikirin jî dihatin kuştin. Wekî ku em hemû dizanin operasyona girtinê hat kirin. Gurbeteli jî tevî hevalên din hat girtin. Wê demê min parêzertiya wê kir. Dema em diçûn hevdîtina wê me sohbetên xweş dikir. Gurbetelî sembola jinên serî netewandiye. Ez tim wê wiha bi bîr tînim. Ji ber deynê xwe yê dildariyê yê Gurbeteliyê ez serdemekê bûm Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê. "
 
'Aqilê dewletê yê nayê guhertin'
 
Erenê anî ziman ku rêbazên zextên salên 90'î û niha dişibin hevdu û wiha got:"Aqilê dewletê yê nayê guhertin. Di serdema 90'ê de aqlê dewletê çawa bû niha jî wiha ye. Wê demê mirov di bin çavan de winda dikirin, dikuştin. Wê demê zêde ev nediçû ber guhê gel. Lê niha medyaya civakî heye. Niha jî pir zêde binçavkirin û girtin heye. Heger ji destên wan bihata wê niha jî kes di bin çavan de bidan windakirin û kuştin. Ji ber niha medyaya civakî heye, nakin. Di navbera aqlê Suleyman Soylu û Mehmet Agar de tu cudatî tune ye. Loma ez dikarim bêjim guhertinek tune ye."
 
'Wê bigota 'rêya xwe bidomînin'
 
Erenê diyar kir ku heger Gurbeteli bijiya ew ê îhtimaleke mezin di girtîgehê de ba û wê bigota  'rêya xwe bidomînin' û wiha got:"Di Xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniyê yên Musa Anter de herî zêde jinan xelat girtin. Ev yek jî sekna bi biryar a ardilên Gurbeteli nîşan dide. Ancax jin demokrasiyê bîne vî welatî."
 
'Yên karê çapemeniyê herî rast dikin jin in'
 
Erenê wiha got:"Gurbeteli rêyek vekiriye û kesên ji dû wê diçin hene. Gurbeteli û jinên wekî wê li gor min rêyeke gelekî rast vekirin. Qada çapemeniyê girîng e û divê jin di vê qadê de çalak bin. Yên karê çapemeniyê herî rast dikin jin in."