Jinên Rihayî komplo şermezar kirin: Çareserî li Îmraliyê ye

  • 09:07 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
RIHA - Jinên Xelfetîyî derbarê 22'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê ku li dijî Abdulah Ocalan hat kirin axivîn, komplo şermezar kirin û gotin ku çaresîr li Îmraliyê ye.
  
Bi derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji Sûriyeyê, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya gelek dewletan "Komploya navneteweyî" ku hat destpêkirin 22 sal li dû xwe hiştin. Di encma komploya nevneteweyî de, Abdullah Ocalan di 15 Sibata 1999'an de ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Piştî wê jî birin Girava Îmraliyê ku li Navçeya Mudanya ya Bursayê ye û 22 sal e li wê di bin tecrîdeke girankirî de ye.  
 
Di ser komployê re 22 sal derbasbûn
 
Komploya navneteweyî û tecrîda ku roj bi roj tê girankirin li welêt û li gelek deverên Ewropayê û Rojhilata Navîn bi caran hat şermezarkirin. Bi milyonan kesî Azadiya Abdullah Ocalan xwest û ji bo ku tecrîd bi dawî bibe çalakî pêk anîn. Di 22'emîn salvegera komployê de jî her kes vê komployê şermezar dike û banga bila tecrîd bê bidawîkirin dikin. Jinên li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê jî komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin bila demildest Abdullah Ocalan bê berdan.   
 
'Got ez şoreşger im û çû'
 
Li gundê Cîbînê yê Xelfetiyê ku  Abdullah Ocalan di zarokatiya xwe de demekê lê maye dayika hevalê wî Huseyîn Sariçîçek Seher Sariçîçek, komplo şermezar kir û wiha got, "Gundê wan nêzî gundê me bû û bi lawê min re hevaltî dikir. Li  gundê me diçû dibistanê .Her dihat cem min û digot tu çawa yî? Pirsa min dikir. Mirovekî rêzdar û nedixwest tu kesî aciz bike. Got ez şoreşger im û çû. Têkiliya wî bi her kesî re baş bû. Bi lawê min re  diçû dibistanê. Piştî ji dibistanê derdiketin dihat li mala me xwarin dixwar. Lawê min jî li Colemêrgê qetil kirin.  Digotin 'bi Apo re neçin neyên'. Lê wî tu kes aciz nedikir. Divê Rêber Apo azad be."
 
'Xwestin rê li jinan bigirin'
 
Leyla Ersoy a ku li Xelfetiyê dimîne jî got ku komplo ji bo kurdan xemgîniyeke mezin bû û wiha berdewam kir, "Komplo ji bo astengkirina azadiya jinan gavek bû. Xwestin jinan asteng bikin. Lê gelek jin li îradeya xwe xwedî derketin û nehiştin ku îradeya wan bê şikandin. Îradeya Gelê Kurd neşikandin lê tundiyeke mezin kirin. Girtina rêberê kurdan bêhtir ew bi hêz kirin. Kurdan xwest ku divê Tirkiye bizanibe ku nikare rê li pêşiya kurdan bigire."
 
'Çareserî li Îmraliyê ye'
 
Sevîm Keskîn a ji Xelfetiyê jî diyar kir ku komploya li dijî Abdullah Ocalan û girtina wî di bin tecrîdê de ji bo kurdan cihê xemgîniyê ye û ev tişt got, "Piştî komplo û tecrîdê li dijî kurdan êrîşên nijadperest zêde bûn. Bûyîna Ocalan bû bûyîna jinê û ya gel. Ji bo vê pêvajoya heyî jî çareserî Ocalan e. Ji vê pêvajoyê herî zêde jin bi bandor bûn.  Ji ber ku  zarokên wan tên kuştin.  Em li dijî komplo û tecrîdê bêdeng namînin. Em ê jin sekna xwe nîşan bidin .Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye."