'Dewleta tirk bi rêya şerê taybet ciwanan ji civakê dûr dixe’

  • 09:05 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ji Kobanê û nûçegîhana Radyo Dengê Kobanê di derbarê şerê taybet ê ku dewleta tirk li ser civakê dide meşandin wiha gotin: "Şerê taybet yek ji planên dewleta tirk e, bi rêya vî şerî dewlet dixwaze ciwan dûrî civakbûyînê be. Divê ciwan li beramberî hemû cureyên şerê taybet baldar bin."
 
Dewletên dagirker bi rêya şerê taybet çanda bingehîn a civakan tune dike. Li dijî her civakên ku ji bo hebûna xwe şerê azadiyê dide meşandin, dewletên desthilatdar  hewil didin ku bi rêbazên cuda yên şer wan civakan bidin tunekirin. Bi salan e ku dewleta tirk bi rêbazên cuda û çekdarî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li kêleka şerê çekdarî bi awayek  her tim şerê taybet jî li ser gelê van herêman daye meşandin. Armanca dewleta tirk a şerê taybet a li dijî van herêman ew e ku di civakê de rola ciwanan bide tunekirin û nirxê ku di civaka Rojhalata Navîn de ji jinan re tê dayîn bide bidawîkirin. Têkildarî mijarê jinên ji Kobanê û nûçegîhana Radyo Dengê Kobanê axivîn. 
 
'Dayik û bav di malê de xwedî rolek girîng in'
 
Jina bi navê Cîhan Hemo da zanîn ku şerê taybet yek ji lingê şerê çekdariyê ye ku li ser ciwanan tê meşandin û wiha got: "Rola dayikê di nava malê de gelekî girîng e, ji ber yên ku zarokên xwe hişyar dikin û rê li pêşiya tiştê xirab digire dayik e, lewra ez dibêjim rola herî mezin di malê de dayik e. Di vê dema niha de em di gelek şeran re derbas dibin, şerê taybet û şerê çekdarî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin ev şeran bandoreke neyinî li ser civakê ava dike. Dewleta tirk bi rêya pereyan, sîxur, internet, madeyên hişbir û fihuşê ciwanan dide xapandin. Rê û rêbazên herî baş a ku em bikaribin şerê taybet vala derxin ew e ye ku her tim bi zarokên xwe re em mijûl bibin. Armanca dewleta tirk a vî şerî ew e ku mejiyên ciwanan bidin tunekirin. Divê her kes û bi taybet ciwan li beramberî êrîşên dewleta tirk ên faşîst hişyar bin û nekevin bin bandora çeteyên dewleta tirk.  Pêwîst e waneya şerê taybet di nava waneyên dibistanan de ji zarokan re were dayîn."
 
'Divê ciwan li beramberî hemû cureyên şerê taybet baldar bin'
 
Her wiha jina ciwan a bi navê Şînda Kenco jî wiha got: "Bi salane şerê taybet li ser civakê tê meşandin, ji bo civak bê bişaftin û xirakirin dewleta tirk hemû rêbazan bi kar tîne. Dema mirov bixwaze civakekê xirab bike wê demê gelek rê û rêbaz hene, dewleta tirk hewil dide bi rêya şerê taybet nivşê nû ji çanda civakibûyînê qût bike û bixe bin xizmeta xwe. Ji ber rêbazên şerên taybet demdirêj e, ji ber wê pêwîst e rêbaza me ya xweparastin û perwerdekirinê jî demdirêj be. Weke ciwan pêwîst e em di hemû aliyan de xwe perwerde bikin û bi çanda civaka jin-dayikê jiyana xwe li ser bingehên xwezayîbûnê bidomînin."
 
'Şerê taybet li dijî civakibûyînê tê maşandin'
 
Herî dawî nûçegîhana Radyo Dengê Kobanê Perwîn Baqî balkişand ser rola ragihandinê ya di nava civakê de û wiha pê de çû: "Em di sedsala 21'emîn de dijîn, dewleta tirk li rex şerê çekdarî şerê taybet li ser civakê dide meşandin. Çima dewleta tirk ciwanan hedef digre? Ji ber ku ciwan yên civakê li ser lingan dihêle ye. Bi salane şerê taybet li ser civakê tê meşandin lê civak ne di wê ferqê de ye. Dijmin wiha dike ku haya ciwanan ji wan tune be. Her ciwanek telefonek di destên wan de ye û ji civakbûyinê dûr dikevin. Ev jî dide diyarkirin ku şerê taybet bandoreke mezin li ser ciwanan kiriye. Lê rola me wek ragihandinê ew ku divê em çawa ciwanan ji şerê taybet biparêzin. Bi rêya bernameyan divê em şerê taybet û armanca wê bide famkirin. Wek Radyo hewildanên me hene ku em ciwanan dûrî şerê taybet bixin. Em dikarin bi rêya werzîş, şêwekarî, muzîk û hwd. ciwanan fêrî tiştên ku sûd jê werdigirin bikin."