Ji jinên Şirnexê banga xwedîderketina li HDP'ê

  • 09:04 6 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên li Şirnexê bertek nîşanî êrişên li hemberî HDP'ê dan û diyar kirin ku bi êrişan dixwazin vîna kurdan bişikînin û paşve gav bidin avêtin û gotin: "Em banga xwedî derketina li partiyê dikin. Em dikarin bi hev re îqtîdarê têk bibin."
 
Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê Îlonê de hatibûn binçavkirin. 20 siyasetmedarên HDP’yî 9 roj di binçavan de man û dadgehê biryara girtina 17 siyasetmedaran da. Hevseroka Giştî ya BDP'ê ya berê Emîne Ayna, parlamentera HDP'ê ya berê Ayla Akat Ata, Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, parlamentera berê Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun di nav de 17 kes şandin girtîgehê. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirin û girtinan didomin. Li Şirnexê siyasetmedarên jin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrişên li dijî HDP’ê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Partiya me her tim li dijî zilmê bû'
 
Hevşaredara Hezexê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Sondul Erden êrişên li dijî HDP’ê şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di salên 90’î heta niha li hemberî derûnî, xweza, gel û bajarên Kurdistanê êriş qet bi dawî nebûn. Her wextî êrîş hebûn. Di sala 2020'î de bêtir ev rewş xirab e. Êrişên li dijî HDP’ê tê wateya nenaskirina vîna kurd. Dewlet naxwaze kurd di her qada jiyanê de hebin. Partiya me di her qadê de li dijî zilmê bû. HDP partiya gelan e. Niha ji ber ku îqtîdara AKP-MHP'ê vinda kiriye berê xwe dane gel û siyasetmedarên kurd. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin partiya me bigirin. Bi vê awayî naxwazin gelê me yê kurd xwe birêve bibe. Partiya me li Tirkiyeyê di rêza sêyemîn de ye."
 
‘Bi êrîşan nikarin vîna me bişkenin'
 
Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn Burum Tekîn di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên binçavkirin û girtinan û got: "Dewlet tehemûlê partiya me nake û êdî bêçare mane. Dema mirov lê dinêre li ser ‘çalakiyên Kobanê’ lêpirsînên ku dane destpêkirin çiqasî zeyîf bûne. Xwestin wê demê xwestin Kobanê têk bibin lê bi ser neketin. Hêj jî ew kîn û bêtehemûlî di dilê wan de ye. Bi van êrîşan dixwazin vîna me bişkînin. Em tu carî van êrîşan qebûl nakin. Îktîdarê di demên derbasbûyî de dibe ku  partiyê bigire jî, lê belê vîna me xurtir bûye û baweriya me mezin bûye. Em ê destûrê nedin ku îktîdar vîna me bişkîne. HDP partiya gelan e. Gel jî van êrîşan qebûl nake û dibêje HDP vîna me ye. Gel bertekên xwe tîne tim ziman. Ez bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku bi awayek lezgîn dev ji mêjiyê xwe yê kevnar berdin. Çiqasî bi van zext û zoriyan bi ser me ve bên em ê xurtir bibin. Ev êrîş her wiha li dijî jinê jî tên kirin. Di hedefê de jin hene, sazî û pergala me ya hevserokatiyê di hedefa îktîdarê de ye. Li dijî van êrîş tên kirin ve dixwazin vîna jinê bişkînin. Ji ber ku jin hêz û vîne. Ji van êrîşan re herî zêde jin dibin bersiv û dîsa vîna jinê xurtire. Lewra jî jin her tim hedef tên girtin. Ji jinê ditirsin. Berê jî li dijî jinê operasyon hatin kirin. Ne êrîşên berê, ne êrîşên niha û ne jî êrîşên demên pêşiya me, nikarin vîn û baweriya me jinan bişkînin."
 
‘Em tu carî teslîm nabin'
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiye Geçgel jî diyar kir ku ji ber ku îktîdar tehemûlê HDP’ê nake û her tim êrişê dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "HDP tim li dijî êrişan pêş dikeve û bi ser dikeve. Dema êrişê partiya me dikin difikirin ku vîna me bişkînin û gel teslîm bigirin. Lê belê em tu carî teslîm nabin û vîna me naşkê. Li hember van êrîşan em xurtir dibin. Li dijî van êrîşan kampanyaya ‘endamtiya HDP’ê’ hat destpêkirin. Gel jî xwedî li partiya xwe derdikeve û dibe endamê/a partiya xwe. Li hemû bajaran kampanya eleqeyekê mezin dît. Ez carek din bang li gel dikim ku xwedî li partiya xwe derkevin. Em bibin endamê/a partiyê. Em bi hev re îktîdara AKP'ê têk bibin. Tu kesî qasê Saddam Hûseyîn nekir. Lê niha ew nemaye. Kî zor û zordariyê bike ew têk diçe. AKP û MHP jî vê tiştî dizanê û ji ber vê jî êriş dike."