ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN

  • 09:00 6 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê rola xebatkarên tenduristiyê yên Heyva Sor a di Berxwedana Rûmetê de nirxand. Cemîlayê da zanîn ku di nava şerdên gelekî dijwar de xebatkarên Heyva Sor rola xwe ya girîng lîstine û wiha got: "Zagonên navneteweyî yên ku qaşo parastina sivîl, birîndar û bijîşkan a di şer de dike di serdema êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî  de derneket pêş. Her wiha sûcên şer li Serêkaniyê û Girê Spî çêbûn. Civaka navneteweyî û saziyên mafê mirovan tenê wekî tamaşevanan, bêyî ku wîcdanê wan biêşe, dinihêrtin."  DÎMEN HEYE
 
*Endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor, diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan dixwazin hêza yekitiya jinan têk bibin û got: "Em jin mafên mirovan diparêzin, mafên jinan diparêzin û pêşiya her tiştê mafê jiyanê diparêzin. Em ê her tim li qadan têkoşîna xwe bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewza Ebdî rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser sûcên dewleta tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nirxand. Fewzayê da zanîn ku divê piştî rapora binpêkirina mafan hat diyarkirin şûnde dewleta tirk bê cezakirin û wiha got: "Rapora Neteweyên Yekbûyî têr nake û tevahî sûcên dewleta tirk nîşan nade. Ji bo hemû binpêkirina mafan di raporê de cih bigire divê xebat bêtir bên kirin. Piştî vê raporê gavên piratîk divê werin nîşandan û aliyên sûcdar werin cezakirin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Şirnexê bertek nîşanî êrişên li hemberî HDP'ê dan û diyar kirin ku bi êrişan dixwazin vîna kurdan bişikînin û paşve gav bidin avêtin û gotin: "Em banga xwedî derketina li partiyê dikin. Em dikarin bi hev re îqtîdarê têk bibin." BI DÎMEN 
 
*Jinên ji Kobanê û nûçegîhana Radyo Dengê Kobanê di derbarê şerê taybet ê ku dewleta tirk li ser civakê dide meşandin wiha gotin: "Şerê taybet yek ji planên dewleta tirk e, bi rêya vî şerî dewlet dixwaze ciwan dûrî civakbûyînê be. Divê ciwan li beramberî hemû cureyên şerê taybet baldar bin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, diyar kir ku êrîş ne tenê li hemberî HDP’ê ye li hemberî hemû muxalîfan pêk hatiye û got: "Kevneşopiyekê HDP'ê heye û HDP tu carî serî natewîne. Tenê nexşerêyeke HDP'ê heye û ew jî têkoşîn e." BI DÎMEN 
 
*Jinên Xelfetîyî derbarê 22'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê ku li dijî Abdulah Ocalan hat kirin axivîn komplo şermezar kirin û gotin ku çaresîr li Îmraliyê ye. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tevlî xebatên kampanyaya TJA’yê ya “Em xwe diparezin” ya li herêma Egeyê dibe diyar kir ku dê bi hevkariya hemû saziyên jinan têkoşîna xwe derxin asta herî jor û got: "Azadiya jinê azadiya civakê ye û ji ber vê jî em armanc dikin ku zîhniyeta mêr veguherînin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku li cîhanê hişmendiya mêr qebûl nekirine, ji xwe re gundên taybet ava kirine. Li ser bingeha hezkirin û jiyaneke wekhev jin li van gundan li dijî hişmendî û zordariya mêr hatine gel hevdu. Jinên ku şaristaniya mirovahiyê pêş xistine û dîrok parastine, her li dijî mêrê ku berhemên jinê diziye û kiriye milkê xwe, li berxwe daye. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Yekemîn gerînendeya weşana giştî ya Tirkiyeyê Gurbeteli Ersoz li dijî zext û zordestiyan kevneşopiya têkoşîna di qada çapemeniyê de dewam kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn a ku demekê gerînendetiya weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiriye da zanîn ku Gurbetelî sembola jinên ku serî natewîne û wiha got:"Gurbetelî bijiya ew ê îhtimaleke mezin di girtîgehê de ba lê wê ji rojnamegeran bigota 'serî netewînin rêya xwe dewam bikin'." DÎMEN HEYE