Li Şehbayê meşa dirêj a ji bo şikandina tecrîda girankirî bi dawî bû

  • 14:59 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meşa dirêj a Kongreya Star ku di 3'yê cotmehê de ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Ehrezê dest pê kiribû îro bi daxuyaniyekê li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê bi dawî bû. 
 
Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdasê meşek dirêj di 3'yê cotmehê li navçeya Ehrezê bi dirûşma "Na ji tecrîdê re, bimire ixanet, dem dema azadiyê ye" dabûn destpêkirin di roja xwe ya 3'yemîn de li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 
 
Beriya daxuyaniyê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a gundê Babînês Meryem Misto ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Li ser navê Kongreya Star a navçeya Ehdasê em komploya navneteweyî ya ku li ser kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî meşandin, bi tundî şermezar dikin. Hêzên hegomanîk ji ber ku projeya Netewa Demokratîk a bi pêşengtiya Rêber Apo hatî pêşxistin, wekî xeteriyeke li ser pilanên xwe dibînin, loma bi komployek navneteweyî Rêber Apo  dîl girtin û radestî dewleta tirk a dagirker kirin. Ev 21 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de derbas dibe û rûbirû tecrîda girankirî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê meşandin. Dewleta tirk nahêle parêzer ango malbat derbasî gel wî bibin û agahiyên li ser wî ji me re ragihînin. Dewletên faşist nikarin deng, berxwedanê ya ku li zîndana Îmraliyê didome qut bikin. Îmralî bû dibistana berxwedan û tekoşînê. 
 
Em wek Rêxistina Kongreya Star soza me ew e ku asta tekoşînê em mezin bikin û çalakiyan li dar bixin da ku em dengê xwe bighînin cîhanê û siyaseta qirêj eşkere bikin. Banga me ji tevahî rêxistin, dezgehên mirovî, meclîsa ewlekariyê û CPT re heye ku bi lez bi erka xwe rabin û siyaseta tecrîdê ya dewleta tirk a dagirker a li ser Rêber Apo bişkînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.