Meşa dirêj a ciwanan li Dêrikê bi dawî bû

  • 10:03 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şikandina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşeke dirêj ji Qamişlo heya Dêrikê destpêkiribûn, ciwanan meşa xwe li Dêrikê bi dawî kirin.
 
Tevgera Ciwanên şoreşger yên Herêma Cizîrê bi armanca şikandina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bajarê Qamişlo heya Dêrikê meşiyan. Meşa ku bi sedan ciwan tevlîbûbûn di roja xwe ya sêyemîn de li bajarê Dêrikê bi dawî bû. Di roja yekemîn de ciwanan ji bajarê Qamişlo heya navçeya Tirbespiyê meşiyan, di roja duyem de jî meşa xwe ji Tirbespiyê heya navçeya Çilaxa dewam kirin, her wiha di roja sêyem de jî ji Çilaxa heya bajarê Dêrikê meşa xwe bi moralekî bilind bi dawî kirin. 
 
Meş li navenda şehîd Bawer a Ciwanên şoreşger li Dêrikê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Rêvebriya Jinên Ciwan Canfeda tolhildan axaftin kir. Canfeda têkoşîna ciwanan ji bo azadiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir û wiha domand: “Ji bo azadiya Rêber Apo em ciwan her ser piyane. Xwestek û amancên me ew in ku em tecrîda girankirî bişkînin. Em ê her li dijî hemû komploker û dijminên Gelê Kurd têkoşîn bikin, heya em azadiyeke mayinde ji bo hemû civakê bi dest bixin.”
 
Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.