'Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin'

  • 09:05 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
Nesrîn Hisen- Almaz Nayîf
 
ŞENGAL - Jinên êzidi tecrîda giran a li ser Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzerên wî re şermezar kirin û gotin ku ew ê heta dawî li dijîtecrîdê têkoşîna xwe bidomîn.  
 
Li hember cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtina  Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan a bi parêzerên wî re Gelê Kurd helwest û nerazîbûnên xwe tinîne ziman. Jinên êzidî yên kurd jî li Hember vê biryarê bêdeng neman, nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “  Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û cezayê 6 mehan ê hevdîtina bi parêzerên wî re ne tiştekî ji rêzê ye." 
 
Jinên êzidi anîn ziman ku li hember vê biryarê pewîst dike hemû gel û kesên azadî xwaz nerazîbûnên xwe binîn ziman û qebûl nekin. Hevseroka Meclîsa gundê Digure yê Şengalê Edul Şemo li hember vê bîryarê nerazîbûn nîşan da û got,  “ Di serî de em silavên xwe ji Şengalê heta Îmralî ji serokê xwe re dişînin. Em vî cezayê ku ji bo Rêbertî hatiye dayîn şermezar dikin. pewîst dike weke jin em vê tecrîd û vî cezayî vala derbixin.  Ji xwe ev demeke direje bi Rêbertî re hevdîtin naye çêkirin û tecrîda li ser jî her diçê giran dibe. Nahêlin ku parezerên wî pê re hevditînê çêbike. Astengkirina hevdîtinê diyar e. Ji nerîn û fikrên  Rêber Apo ditirsin. Ji ber we jî hemû dewlet û sazî li hember van pêkanînan bedengin. Weke jin pewîste çi bikeve ser milên me ji bo Rêbertî em bikin û xwedî Rêbere xwe derkevin. Azadiya Jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.” 
 
'Em ê ceza û tecrîdê tevde vala derxînin'
 
Endama Tevgera azadiya Jinên Ezidi(TAJE) Edla Şengalî jî nerîna xwe wuha anî ziman; “ Em cezayê ku danê Rêberê me şermezar dikin. Ev cezayê 6 mehan û tecrîda giran a li ser Rêbertî em ê ji vala derbixin. Em li hember vê biryarê û tecrîdê bedeng nemînin û tişta ji me tê xwestin em ê pêk bînin. Ji ber  ku Rêberê me li gelên bindest xwedî derdikeve îro ev tecrîd li ser tê meşandin. Bi taybet pewîstî heye ku em jinên êzidî ji her kesekî zedetir xwedî li Rebertî derkevin. Ji ber ku di fermana 2014’an de ji bilî vê fikir û ramanê kes li me xwedî derneket. Îro jî pewîst dike ku em li Rêbere xwe xwedî derkevin. Pewîstî heye ku em bi tekoşîna xwe Rêbere xwe ji nav çar duwaran derbixin. Bi taybetî ev erk dikeve ser milê jinên êzidî yên kurd. Bila dijmin baş bizanibe ku em e tecrîda li ser Rêbertî bişkînin. Ji ber em dizanin ku azadiya Rêber Apo azadiya jinên êzidî ye.”
 
'Em ê jin li rêberê xwe xwedî derkevin' 
 
Endama Tevgera azadiya Jinên Ezidi Rihan Xidir Mehmud di serî de tecrîd û cezayê li Abdullah Ocalan hatiye birîn şermezar kir û wiha peyivî; “ Ev  sala 22'yan e li ser Rêbere me tecrîd heye û ceza dikin. Em vî tiştî qebûl nakin. Nahelin edî hevdîtin jî pê re bê kirin. Em jinên êzid tişta ku bikeve ser milên me em ê pêk bînin. Daxwaza min ji bo hemû dayik û civaka êzidî ye ku vî tiştî qebûl nekin û li Rêbertî xwedî derkevin. Di dema fermanê de yê li me xwedî derket Rêbertî bû. Pewîst dike îro jî em lê xwedî derkevin. Em jin vê tecrîde qebûl nakin û em e dijmin vala derxin û tecrîda li ser Rêbertî bişkînin. Em natirsin û bêdeng namînin.”