‘Fikir û ramanên birêz Ocalan li derve ne’

  • 09:03 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Aktîvista TJA'yê, Arzû Karaman destnîşan kir ku hemû fikr û ramanên  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtî ye lê fikr û ramanên wî li derve ne û got: “Desthîlatdariya heyî dixwaze kurdên li gorî berjewendiyên xwe bi teşe bike.  Lê Gelê Kurd bi îdeolojiya xwe van pêkanînan vala derdixe. Em ne koleyên tu kesî û kurdên tu kesî ne. Ji ber ku em bi hebûna xwe rastiyek in. Divê ev bê famkirin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê girtî ye û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin şertên giran yên tecrîdê de tê girtin, bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Di heman demê de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 5’ê tebaxa 2020’an de jî rapora derbarê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT'ê di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Der barê mijarê de Aktîvista Tevgera Jinên Azad(TJA), Arzû Karaman û Rêvebara HDP’ê ya Sûra Amedê Makbule Guner nirxandinin kirin.
 
‘Fikrên Birêz Ocalan ji bo aştiyeke mayinde alternatîf in’
 
Arzû anî ziman ku îro fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelê Rojhîlata Navîn alternatîf in û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Îro li Rojhilata Navîn şerekî giran tê meşandin. Di bin navê şerê de zarok, jin û piraniya mirovan tên qetîlkirin. Fikr û ramanên birêz Ocalan jî ji bo ku li Rojhilata Navîn aştîyek mayînde pêk were alternatîf in. Lê îro birêz Oclan di bin tecrîdeke giran de tê girtin.  Bêguman herî zêde jin ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin. Ji ber ku dewlet û pergala heyî hertim jinê qetîl dike. Lê dijberî vê birêz Ocalan jinê wek pêşeng dibîne.”
 
‘Divê em xwe biparêzin’
 
Arzû diyar kir ku desthîlatdar civakek bê bîr, bê hiş, bêpirs û berpirsiyarî dixwaze û got: “Em jî êdî wek gelên Rojhîlata Navîn pîvanên me yên redkirin û pêjîrandiyê hene. Desthîlatdar civakek bê exlak û bê rûmet dixwaze lê em vê napêjirînin. Li hemberî vê daxwaza desthilatdaran divê jin xwe biparêzin. Heke ku li dijî jinê tenê polîtîkayên kuştin û qetîlkirinê bên meşandin. Pêwist e ku jin li dijî vê parastina xwe ya rewa  bikin. Ji ber vê yekê em jin hertim li ser şopa rê û rêbazên birêz Ocalan in. Êdî berxwedan di destê jinê de ye. Berxwedana jinê Şoreşa Rojava de xwe dide der.”
 
‘Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd e’
 
Arzû bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd e, di heman demê de pirsgirêkek navneteweyî ye û axaftina xwe wiha domand: “Fikr û ramanên birêz Ocalan û îdeolojiya ku derxistiye holê ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû gelên cîhanê ye. Divê ji bo pêşeroja gelê xwe, em hemû erka xwe bi cih bînin. Îro jin bi her awayî pêşketî ye. Cihê ku tênagihîjin jî birêz Ocalan hertim ji wan re ji bo çareserkirinê rêyek vekiriye. Ji ber vê yekê divê jin xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku îro helwesta tîfaka AKP-MHP’ê li ser qetîlkirina jinê ye. Em êdî van tiştan napêjirînin.”
 
‘CPT erka xwe nayne cih’  
 
Arzû got CPT'ya ku erka wê pêşîlêgirtina îşkenceyê ye erka xwe nayîne cih û axaftina xwe domand: “Îro di girtîgehan de bi sedan girtiyên ku ji ber fikr û ramanên xwe di girtigehanan de ne hene. Her wiha îro li hemû girtigehên Tirkiyeyê û yên li bakurê Kurdistanê zext û şîdet li ser girtiyên sîyasî berdewam dike. Lê belê CPT çavên xwe ji van pêkanînan re digire. Bi wî awayî îro di girtîgehan de dixwazin feraseta Esad Oktay dîsa bikin meriyetê. Lê em vê  napêjirînin. Pratîka me ya zîndanê jî heye. Heke hûn îro bixwazin feraseta Esad Oktayê li ser kurdan bidin meşandin, kurd jî li hemberî vê dê bi berxwadana xwe bersîvê bidin.”
 
‘Komployeke navneteweyî ye’
 
Arzûyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û got ev komployek navneteweyî ye. Arzû wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Bi girtina birêz Ocalan re gotin qey ew ê hemû kurdan bindest bikin.  Lê tenê birêz Ocalan bi fizikî karîn bigirin. Niha hemû fikr û ramanên birêz  Ocalan li derve ne. Desthîlatdara heyeyî dixwaze kurdan li gorî xwe bi teşe bike. Lê kurd bi îdolojiya xwe vê feraseta desthilatdariyê vala diredixin. Em ne koleyên tu kesî ne û ne kurdên tu kesî ne. Ji ber ku jixwe em bi hebûna xwe rastiyek in. Divê ev tişt bê pêjirandin. Îro li Tirkiyeyê ne edalet ne jî hiqûq heye.  Divê hemû gel li hemberê vê faşizma ku desthilatdariyê afrandiye helwestekê hevpar nîşan bidin û têbikoşin.”
 
‘Gelê kurd ji bo rakirina tecrîdê dê li ber xwe bdie’
 
Makbûle jî anî ziman ku berxwedana Ocalan gelê kurd li ser piyan dihêle û got: “Dixwazin kesên ku têdikoşin, têkoşîna wan bifetisînin. Em çiqas têkoşînê din ew jî li heber me bi hêrs dibin. Berxwadana Birêz Ocalan me li ser piyan dihêle. Hemû netewdewlet ji fikrên birêz Ocalan ditirsin. Ji ber ku projeyên wan ên bi vî rengî tune ne. Tenê li ser kursiyan rûdinin. Heke tecrîda li ser rêbertiyê rabe wê demê dê desthilatdariya wan jî hilweşe. Ji bo ku desthîlatdariya xwe bidomînin tecrîdê didomînin. Lê Gelê Kurd ji bo rakirina tecrîdê gelek li ber xwe daye û dê ji vir û şûnde jî li ber xwe bide.”