Penaber Kobanê: Em ê bi rihê Arîn Mîrkan dagirkeriyê têk bibin

  • 09:02 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî -Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Endama Meclîsa Leşkerî ya Kobanê, Penaber Kobanê têkildarî salvegera şehadeta Arîn Mîrkan anî ziman ku çalakiya Arîn Mîrkan têkoşîn mezintir kir û wiha got:"Rêvana û Arîn Mîrkan bi çalakiyên xwe yên fedayî rihê jina kurd ya canfeda zindî kirin. Em ê di vê pêvajoyê de jî bi rihê berxwedana Kobanê û pêşengiya Arîn Mîrkan, dagirkeriyê têk bibin û axa xwe biparêzin."   
 
Di 27'ê Îlona 2014'an de, li gundê Golmid ê Başûrê Kobanê êrişên çeteyan dijwar dibûn. Grupeke ji şervanên YPJ/YPG'ê bê cebilxane dimînin. Loma şervana YPJ'ê Rêvana ji bo parastina hevalên xwe û şikandina êrîşên DAIŞ'ê çalakiya fedayî dike. Rêvana Rojava (Medîne Mamo) ji gundê Xanikê yê Rojhilatê Kobanê ye. Rêvana bi çalakiya xwe rengekî nû li berxwedana Kobanê zêde kir û rihê fedayîtî nûjen kir. Piştî çalakiya fedayî ya Rêvana Kobanê asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê bilindtir dibe. Di 5'ê Cotmehê de di navbera şervanên YPJ/YPG'ê û DAIŞ'ê de şer rû dide. Di wê navberê de şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan biryara çalakiya fedayî dide, bedena xwe dike mertal û xwe di nava çeteyan de diteqîne. Arîn Mîrkan (Dîlara Kînc) ji gundê Mîrkan yê navçeya Mabata ya Efrînê ye. Têkildarî salvegera şehadeta  Arîn Mîrkan, Endama Meclîsa Leşkerî ya Kobanê, Penaber Kobanê axivî.
 
'Kobanê bû tirba DAIŞ'ê û hesreta Erdogane'
 
Penaberê di destpêka axaftina xwe de behsa şerê Kobanê û hinek bîranîn kir û wiha got: "Berxwedana Kobanê bû wesîle ku hemû cîhan qehremaniya Gelê Kurd nas bike. Dema çeteyan êriş dikirin me bi tilîlî û moral bersiv dida. Me bi şev şahiyên amedekariya çalakiyan çêdikir. Di şer de herî zêde çete ji şervanên YPJ'ê ditirsiyan. Dema jinan dilîrandin ew bi tirsek mezin ji kozikan paşve direviyan. Şehîd Rêvana yekemîn şervana YPJ'ê ye ku çalakiya fedayî li Kobanê kir. Dema çalakiya xwe pêk anî, du rojan çeteyan êrişên xwe rawestandin. Çimkî çeteyan nedixwestin bi destên jinan werin kuştin, ji çalakiya fedayî matamayî diman û ew gelek ditirsiyan. Me axaftina Erdogan vala derxist û em bûn xwediyê soza xwe. Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê re bû mezel  û hesreta Erdogan a binketina Kobanê di dilê wî de ma û wê bimîne jî."
 
'Rêvana û Arîn bedena xwe fedayî Kobanê kirin'
 
Panaberê bal kişand ser atmosfera çalakiyên fedayî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema şehîd Rêvana çalakî kir got 'Divê çete derbasî Kobanê nebin, ger ser termê min re jî werin, divê çavên min bi wan nekeve'. Dema çeteyan êrîşî Miştenûrê kirin Arîn Mîrkan û gruba xwe li wir bûn. Çeteyan xwestin wan bi saxî bigirin, di wê demê de şehîd Arîn dibêje em ewqas ne erzan in ku bi saxî bikevin destên dijiminên xwe. Em pêşengên vê civakê ne û em ê her tim pêşeng bimînin. Loma ew heta dawiyê pêşengên me ne. Ev xeta fedayî bingeha xwe ji berxwedan û qehremaniya Şehîd Zîlan û şehîd Bêrîtan digire. Ev jinên kurd pêşeng û xwedawendên me ne û em li ser riya wan dimeşin."
 
'Çalakiya Arîn Mîrkan asta têkoşînê bilind kir'
 
Penaberê di domandina axaftina xwe de behsa kesayet û çalakiya Arîn Mîrkan kir û wiha domand: "Min û şehîd Arîn beriya şerê Kobanê jî hevdû nas dikir û di nava şer de jî em du rojan bi hev re man. Di çavên wê de lêgerînên pir cuda hebûn û diyar bû ku ew jineke leheng e. Dema malbata Arîn Mîrkan jî behsa kesayeta wê dikin, dibêjin ew di zarokatiya xwe de jî ne ji rêzê bû û her tim bi tiştên mezin difikirî. Arîn digot mirin dawiya me hemûyan e, lê divê mirina jinên pêşeng bi nav û deng be û têkeve xizmeta vî gelî. Her wiha dema me hevdû di nava şer de jî dît,  wê ji min re got, heger ez mirim divê cenazeyê min nekeve destên dijmin, ger ku ket destên wan jî divê laşê min perçe, perçeyî be, ku wiha nebû jî divê hûn bombeyekê bavêjin ser min. Mirov digot qey ew dizane wê bedena wê perçe, perçeyî bibe. Wê bi çalakiya xwe moralê me baş kir û asta têkoşîna me mezintir kir, ji ber wê me plan nekiribû ku di wê rojê de çalakî bikin, lê ji bo tolhildanê me saet di 9 û nîvê şev de, çalakî pêk anî."
 
'YPJ çavkaniya hêz û mezinkirina têkoşînê bû'
 
Penaberê bal kişand ser tevlîbûna jinan a berxwedana Kobanê û wiha pê de çû: "Fermandarên berxwedana Kobanê piranî jin bûn. Ji xortan zêdetir jinan mewziyên xwe diparastin, du şervanên YPJ'ê hebûn û tevî nû bûn jî mewziya xwe bernedan û heta dawiyê şer kirin. Ji me re gotin dema me perwerde dît, ji me re gotibûn çi dibe bila bibe divê hûn dest ji mewziya xwe bernedin, me jî ew soz binpê nekir. YPG'ê hêza xwe ji YPJ'ê digirt. Loma lehengiya şervanên YPJ'ê ku bi pêşengtiya şehîd Rêvan û Arîn Mîrkan pêk hat, di tevahî cîhanê de deng veda û ji civaka navneteweyî re bû meraq."
 
'Heger Erdogan nêzî Kobanê bibe, dê çarenûsa wî weke DAIŞ'ê be'
 
Penaberê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên dewleta tirk ên li ser Kobanê û wiha bi dawî kir: "Gef li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, lê gefên li ser Kobanê cudatir in. Kobanê ji ber bû kuleke di hundirê dijmin de ye, rojane Erdogan gefan dixwe ku dê axa wê dagir bike û gel koçber bike. Lê bila Erdogan ne di wê hêviya mezin de be ku wê pilanên xwe bi cih bîne, heger êrîş bike wê çarenûsa wî weke ya DAIŞ'ê be. Rêvan, Arîn, Barîn û Avestayên me pir in û hemû jî amede ne ku canê xwe feda bikin. Em weke Meclîsa Leşkerî ya Kobanê dibêjin, em dev ji vê axê bernadin."