Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (5)

  • 09:01 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
Koçberên Serêkaniyê: Dewleta tirk êrişî dewlemendiya xaka me kir
 
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Koçberên Serêkaniyê têkildarî salvegera 1'emîn a şerê 9'ê cotmehê diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze hemû pêkhatiyan qir bike, çanda wan birûxîne lê em li dijî vê yekê li berxwe didin û wiha gotin: "Bila tu kes nebêje dewleta tirk hatiye parastina xaka me bike, mebesta dewleta tirk a dagirker ew bû ku êrişî dewlemendiya xaka me bike."
 
Şêniyên Navçeya Serêkaniyê 2 caran rastî êrîşan hatin. Cara yekem di 8’ê mijdara 2012’an de koma bi navê Artêşa Azad û Cebhes El-Nusra bi destekdayîna dewleta tirk êrişî Serêkaniyê kirin. Şerekî dijwar rû da lê bi saya şervanên YPJ/YPG’ê herêm hat rizgarkirin. Cara duyem jî di 9’ê Cotmeha 2019’an de carek din di bin navê 'Kaniya Aşîtiyê' de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê  bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Sipî kirin.  Piştî berxwedana 9 rojan gel neçarî koçberiyê bûn,  bi hezaran  mirov li kolanan man û nema dizanîbûn berê xwe bidin ku derê. Şêniyên Serêkaniyê yên ku zehmetiyên mezin dîtin neçar man ku ji Serêkaniyê koç bibin. Lê Rêveberiya Xweser bi barê gel rabûn û wan li dibistanên Hesekê û Til Temirê bi cih kir, heya ku ji wan re Kampa Waşûkanî da avakirin. Rêveberiya Xweser 118 dibistan jê 81 li bajarê hesekê û 37 li navçeya Til Temirê ji bo bicihkirina koçberan amade kir. Kampa Waşûkanî ya ku 12 km li rojavayê bajarê Hesekê dikeve di 22'yê Cotmehê de hat avakirin. Hejmara koçberan li kampê gihîşt 5 hezar û 700'î.
 
Ji bo pêşeroja nifşên nû Kampa Serêkaniyê hat avakirin
 
Ji ber ku hejmareke zêde ya koçberan li dibistanan hatin bicihkirin, ev yek bû sedema ku bandorek neyînî li ser xebatên perwerdehiyê bike.  Her wiha li kampa Waşûkanî jî ji  ber zêdebûna hejmara koçberan cih nema. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Rêvberiya Xweser di 8’ê tebaxa 2020'an de Kampa Serêkaniyê li bajarê Hesekê ku erdê wê 600 donim e avakir.  Heya niha 445 malbat  li kampa Serêkaniyê hatine bicihkirin. 
 
Koçber bi hêviya vegera Serêkaniyê li kampan li ber xwe didin
 
Di koçberiyê de herî zêde zarok û jin zehmetiyan dibînin. Tevî vê jî jin li berxwe didin. Îradeya jinê ya ku bi şoreşa Rojava re hate birêxistinkirin îro li dijî hemû zehmetiyan disekine.  Koçber bi hêviya vegera Serêkaniyê li kampan li ber xwe didin. Têkildarî mijarê jinên Serêkaniyê li dijî êrîşên dewleta tirk bertekên xwe anîn ziman. 
 
'Dewleta tirk li ser keda me rûnişt'
 
Koçbera bi navê Şemsa Mihemed Bekir a ji gundê Leylanê yê Serêkaniyê ye û di encama êrîşên dewleta tirk de, neçarî koçberiyê dibe û tevî malbata xwe li kampa Waşûkanî dimîne. Şemsayê û bi hezaran jinên mîna wê gelek êş û xeman di nava şerdên koçberiyê de dikşînin, lê tevî zor û zehmetiyan qet hêviya vegerê winda nakin.
 
Şemsa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew beriya êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê di nava ewlehiyê de dijiyan û wiha domand: "Li ser xaka xwe em di nava ewlehiyê de bûn, em gelek kêfxweş bûn û me hemû jiyana xwe bi kedê derbas dikir. Ji bo ku em mala xwe û axa xwe ava bikin bi şev û roj em di nava zêviyên Serêkaniyê de dixebitîn. Dema  dibû şev û em hemû li hev diciviyan, me hîs dikir ku cîhan hemû di destên me de ye. Roja ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşê me kir, qet ji bala me naçe, di kêliyekê de westandin û keda me hemû hilweşandin. Dewleta tirk li ser keda me rûnişt."
 
'Dewleta tirk êrişî dewlemendiya xaka me kir'
 
Şemsa kêliyên destpêkê yên êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê wiha anî ser ziman: "Dema dewleta tirk êrişî axa me kir, ber bi êvarî bû û bi hemû çekên giran êrişî me kirin. Bi hezaran sîvîl hatin qetilkirin û kesên ku mane jî ji bo ewlehiya canê xwe û zarokên xwe berê xwa dan rêwitiya koçberiyê. Di kêliyekê de fîşek ji her aliyê ve li ser me dibariya û digotin em hatine sivîlan ji zilmê rizgar bikin, lê hedefa wan ya destpêkê komkûjiya sivîlan bû. Bila tu kes nebêje dewleta tirk hatiye parastina xaka me bike, mebesta dewleta tirk a dagirker ew bû ku êrişî dewlemendiya xaka me bike."
 
'9'ê cotmehê rojeke reş e'
 
Şemsa balkişand ser berxwena gelê Serêkaniyê û wiha pê de çû: "Di encama êrîşan de em koçber bûn û niha li Kampa Waşûkaniyê em bi cih bûne. Dema ew rojên êrîşan tê bala me gelek êş û azar tên bîra me, heta derûniya zarokên me jî xerab bûye, lê rûxmê her tiştî sekna me li kampan bersiva herî mezin a li dijî dagirkeriyê ye. Tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna me berdewam dike û em bi hêvî ne rojek vegerin ser axa pîroz. Rast e niha em gelek zehmetiyan dibînin û em gelekî diwestin ji ber ku kon nabe malên me û qadeke mezin nîne ku ez azadiya xwe tê de bibînim. Armanca dewleta tirk ew e ku hemû pêkhateyên herêmê qir bike û çanda wan birûxîne, lê em nahêlin armanca dewleta tirk pêk were û em ê cardin vegerin ser axa xwe. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployek navneteweyî li dijî Rêber Apo pêk hat, îro jî berdewamiya komployê êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Em dîroka 9'ê cotmeha 1998'an heta 9'ê cotmeha 2019'an weke rojeke reş pênase dikin."
 
'Dewleta tirk nedikaribû wekheviya pêkhateyan bi dawî bike'
 
Koçbera bi navê Meysa Harûn a ji bajarê Serêkaniyê ye, da zanîn ku roja ku dewleta tirk êrişî wan kir rojeke tarî bû û wiha got: "Roja ku dewleta tirk êrişî me kir, ji bo Gelê Kurd rojeke reş bû. Bi hovitiyek mezin êrişê me kirin. Derketina me ya ji Serêkaniyê pir bi êş bû, em ji bo zarokên xwe û ji ber tank û topên dewleta tirk derketin. Ger dewleta tirk û çeteyên wê sing bi sing bi me re şer bikirana em dernediketin, lê çekên giran û qedexekirî li hember sivîlan bi kar anîn. Piştî ewqas êşê me berê xwe da rêya koçberiyê û em derbasî bajarê Hesekê bûn. Piştî demekê em derbasî Kampa Waşûkaniyê bûn. Dibe dewleta tirk axa me talan û dagir kiribe, lê nedikaribû wekheviya di navbera pêkhateyan de xilas bike, ji ber em niha hemû pêkhate di nava hev de dijîn."
 
'Em dixwazin vegerin ser axa xwe'
 
Meysa herî dawî bang li rêxistinên mafê mirovan kir da ku  li hember êrişên dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin û wiha bi dawî kir: "Daxwaza me ya sereke ya ji rêxistinên mafê mirovan ew e ku li ber hovitiya dewleta tirk bisekinin. Dewleta tirk li ber çavê hemû cîhanê axa me talan û dagir kir, lê herkes bêdeng ma. Çima mafê hemû cîhanê heye, lê ya kurdan tune ye? Ruxmê her tiştî Rêveberiya Xweser li kêleka me ye û bi hemû karê me radibin û pêwistiyên me bi cih tînin. Xwestek û daxwaza me ew e ku em cardin vegerin ser axa xwe."
 
Sibehê: Di bin topbaranê de têkoşîna Heyva Sor a ji bo jiyana bi hezaran sîvîlan