ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN

  • 09:00 5 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Koçberên Serêkaniyê têkildarî salvegera 1'emîn a şerê 9'ê cotmehê diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze hemû pêkhatiyan qir bike, çanda wan birûxîne lê em li dijî vê yekê li berxwe didin û wiha gotin: "Bila tu kes nebêje dewleta tirk hatiye parastina xaka me bike, mebesta dewleta tirk a dagirker ew bû ku êrişî dewlemendiya xaka me bike." DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Leşkerî ya Kobanê, Penaber Kobanê têkildarî salvegera şehadeta Arîn Mîrkan anî ziman ku çalakiya Arîn Mîrkan têkoşîn mezintir kir û wiha got:"Rêvana û Arîn Mîrkan bi çalakiyên xwe yên fedayî rihê jina kurd ya canfeda zindî kirin. Em ê di vê pêvajoyê de jî bi rihê berxwedana Kobanê û pêşengiya Arîn Mîrkan, dagirkeriyê têk bibin û axa xwe biparêzin."  DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Amarayê, Eyşe Hûsên û Endama Koma Stranan Hêva Hemdo behsa amadekariyên xwe yên ji bo mîhrîcanê kirin û gotin: "Ji ber ku çanda mirov nasnemeya parastinê ye, bi nêzîkbûna Mîhrîcana Amarayê re em prova û amadekariyên mîhrîcanê dikin." DÎMEN HEYE
 
*Aktîvista TJA'yê, Arzû Karaman destnîşan kir ku hemû fikr û ramanên  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di jiyanê de xwe didin der û got: “Desthîlatdariya heyî dixwaze kurdên li gorî berjewendiyên xwe bi teşe bike.  Lê Gelê Kurd bi îdeolojiya xwe van pêkanînan vala derdixe. Em ne koleyên tu kesî û kurdên tu kesî ne. Ji ber ku em bi hebûna xwe rastiyek in. Divê ev bê famkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên êzidi tecrîda giran a li ser Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û cezayê qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzerên wî re şermezar kirin û gotin ku ew ê heta dawî li dijîtecrîdê têkoşîna xwe bidomîn. DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Hevserokên HDP'ê Tulay Hatîmogullari li ser "operasyona Kobanê" û têkoşîna ku wê di pêşerojê de bidin nirxandin kir û got, "Me biryar da ku em hemû xebat û bernameyên xwe ji bo eniyeke demokratîk a li dijî faşîmê ku ava bikin bimeşînin." Herwiha Tulayê diyar kir ku ew hewl didin bernameyeke li dijî tundiya li ser jinê jî amade bikin. DÎMEN HEYE 
 
*Gurbetellî Ersoz, bi pênûsa xwe ya bi hêz û cesareta xwe ne tenê ji jinên kurd ên rojnameger re ji hemû jinên cîhanê yên li pey heqîqtê re pêşengtî kir. Sevda Kilinç got ku ew xwedî li mîrateya Gurbetelliyê ji wan re hiştiye derdikevin û Melîs Alphan jî anî ziman ku ew têkoşîn û îradeya jinên rojnameger ên kurd girîng dibînin. DÎMEN HEYE