'Li hember êrîşên dewleta tirk em ê xwe biparêzin'

  • 08:43 5 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - PYD'ê li Herêma Firatê  di derbarê hemleya xwe de civînek li navçeya Şêranê ya girêdayî kantona Kobanê ji gel re li dar xist. Di civînê de wiha hat gotin: "Wê diyaloga Sûrî Sûrî bi yekîtiya gelan wê bi ser bikeve, heya em negİhêjin armancên xwe em pêngava xwe nadin sekinadin."
 
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê, di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava li dijî êrîşên dagirkeran bi dirûşma "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye" li navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê, di derbarê pêngavê de ji gel re civînek hate lidarxistin. Di civînê de bi sedan gelê navçeyê, sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Hola civînê bi wêneyê Rêberê PKK'e Abdulah Ocallan û alê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)'e hatibû xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl rewşa Siyasî nirxand, Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bekir Hec Îs jî perspektîfên pêngavê xwend û paşê nirxandinên xwe di derbarê pêngavê de anî ziman.
 
'Li hember êrîşên dewleta tirk em ê xwe biparêzin'
 
Nesra di nirxandinên xwe yên di derbarê rewşa siyasî û şerê taybet de wiha anî ziman: "Ev demeke Partiya Yekîtiya Demokratîk dest bi pêngava li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê kiriye. Qonaxa ku niha em tê de derbas dibin qonaxeke nû ye û hesas e. Dewleta tirk di demên berê û heya niha jî êrîşên xwe yên faşîst li ser Gelê Kurd pêk tîne û li pêşiya çavên hemû dewletên nevneteweyî ev kiryarên hov tên kirin û tu kes hesab jê napirse. Ev dide diyarkirin ku ev dewletên navneteweyî hevkarên wî ne û destê wan di hemû êrîşan de hene. Îro di navbera Azerbeyan û Ermenîstanê de şerekî tund ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin. Dewleta tirk dixwaze bi rêya çeteyên xwe gelê Ermen tune bike, ji ber ku beriya sed salî berê Imbiratoriya Osmanî gelê Ermen di gelek komkujiyan re derbas kirin, vê yekê têrê nekir îro Erdogan carek din êrîşên hovane li ser van gelan pêk tîne. Di heman demê de dewleta tirk bi rêya ciwanên me, sîxuran, madayên hişbir û fihuşê di herêmên me de bi cih dike. Divê em gelê herêmê nehêlin zarokên me bibin Sîxurê welatê xwe, li hemberî vê pêwîst e em zarokên xwe rêxistin û hişyar bikin."
 
Paşê Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bekir Hec Îs, perspektîfên pêngavê xwend. 
 
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.