Meşa dirêj a Kongreya Star di roja duyem de didome

  • 14:27 4 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Endama Koordînasiyona Kongreya Star a navçeya Ehdas Hêvîn Bekir ku tevlî meşa dirêj a şikandina tecrîda li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan bûye, derbarê pêşveçûna meşê de wiha got: “Ji bo şikandina tecrîda girankirî em ê her li ser piyan bin. Azadiya Rêber Apo hebûna vîna jinê mayinde dike.” 
 
Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û bi dirûşma  “Na ji tecrîdê re, bimire îxanet, deme dema azadiyê ye”  Kongreya Star a navçeya Ehdas li Şehbayê meşeke dirêj li dar xist. Meşa dirêj  ku ji navçeya Ehdas heta gundê Til Şeîr yê navçeya Fafîn Şehbayê  destpêkir bi tevlîbûna 150 jinan, di roja duyem de didome. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hat hildan.
 
Jinên ku tevlî meşê bûn dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”,”Bijî Serok Apo” bi coşeke mezin berizkirin û nerazîbûnên xwe li hember tecrîdê nîşan dan. Têkildarî pêşveçûna meşê Endama Koordînasiyona Kongreya Star a navçeya Ehdas Hêvîn Bekir nêrîna xwe bi me e parve kir. 
 
‘Bi berxwedana jina azad dê tecrîd bê şikandin’
 
Hêvînê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: ”Em meş û çalakiyên xwe bi armanca şikandina tecrîdê û rizgarkirina Rêber Apo ji zîndana Îmraiyê li dar dixin. Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî li hember tecrîda li ser Rêber Apo bêdengiya xwe diparêzin. Lê em ê tu carî vê bêdengiyê qebûl nekin, jinên Efrînê ji bo azadiya Rêberê xwe rabûne ser piyan. Bi berxwedan û îradeya jina azad dê tecrîd were şikandin. Azadiya Rêber Apo hebûna vîna jinê mayinde dike.”
 
Meş bi coşeke mezin berdewam dike.