ÎHD çû serdana HDP'ê

  • 13:50 4 Cotmeh 2020
  • Rojane
QERS - Heyetek ji ÎHD'ê bi armanca piştevaniyê çû serdana rêxistina HDP'ê ya Qersê û got ku divê piştevanî bê zêdekirin.
 
Li gel Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca 20 kes di 1'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, hevşaredarê din ê bajêr Ayhan Bîlgen jî di çarçoveya operasyona "Lêpirsîna Kobanê" ku ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve hat destpêkirin  di 2'yê Cotmehê de hatibû girtin. Piştî Ayhan bîlgen hat girtin Wezareta Karên Navxweyî Ayhan Bîlgen ji peywirê girt û qeyûm tayînî şaredariyê kir. 
 
Serdanên ji bo rêxistina DHP'ê ya rêxistinên cuda û saziyên sivîl jî berdewam dikin. 
 
Di çarçoveya van serdanên ku tên kirin de heyetek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya qersê çû serndana Rêxisitna HDP'ê û got ku divê piştevaniya bi HDP'ê re bê xurtkirin.