'Her hêzek bi armancekê cihê xwe di xaka Sûriyeyê de digirin'

  • 09:06 4 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir  
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Encûmana Zagonsaz a Kantona Efrînê  Selwa Ecac rewşa siyasî ya ku li ser xaka Sûriyeyê rû dide anî ziman û got: "Her hêzekê bi armancekê cihê xwe di xaka Sûriyeyê de girt, pêkanîna armanca van dewletan a li ser xaka Sûriyeyê hebûna gel dixe bin xetereyê."
 
Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê û derbasbûna hêzên desthiladar ên weke Rûsya, Tirkiye Emerîka a ser xaka Sûriyeyê temenê şer dirêj dibe. Her hêzek li gorî pêşketina berjewendiyên xwe li ser hesabê gel di herêmê de tevger dikin. Di van demên dawî de jî li Idlibê alozî kûrtir dibe û hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser herêman çêdibe. Girêdayî mijarê Hevseroka Meclîsa Encûmana Zagonsaz a Kantona Efrînê  Selwa Ecac rewşa siyasî ya herî dawî û encama lihevkirina dewletên desthiladar a li ser herêmên Sûriyeyê ji me re nirxand. 
 
'Her hêzek bi armancekê cihê xwe di xaka Sûriyeyê de digirin'
 
Selwayê bal kişand ser hêzên ku li gorî berjewendiyên xwe di xaka Sûriyeyê de tevger dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê hêzên ku bi hinceta parastina gel derbasî  xaka Sûriyeyê bûn li ser hesabê gel berjewendiyên xwe yên kesayetî didin meşandin. Her hêzek bi armancekê cihê xwe di xaka Sûriyeyê de girt, mînaka vê yekê jî dewleta tirk a dagirker e. Dewleta tirk a dagirker çawa ku bi hinceta parastina sînorên xwe Efrîn dagir kir bi heman awayî dixwaze dagirkeriya xwe li ser hemû herêmên Sûriyeyê bide ferzkirin."
 
'Dewleta tirk rêbazên xwe yên dagirkerî û qirkirinê diguhere'
 
Selwayê diyar kir ku dewleta tirk bi ferzkirina dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê dixwaze kurdan tune bike û ev tişt got: "Weke ku tê zanîn dewleta tirk a dagirker bi salane hewil dide Gelê Kurd tune bike, ji ber vê yekê jî bi ferzkirina dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê dixwaze Kurdistanê jî dagir bike û Gelê Kurd ku di nava cîhanê de deng veda tune bike. Lê ji ber ku her carê rastî têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd a ku her rojê zêdetir dibe tê, rêbazên xwe ya dagirkirin û qirkirinê diguherîne."
 
'Hebûna hêzên derve ya di Sûriyeyê de gel ditirsîne'
 
Selwayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li kêleka dewleta tirk Rûsya jî bi hevpeymanan hewil dide ku armanc û daxwazên xwe pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû hêzên ku derbasî Sûriyeyê bûne bi erêkirina Rêjîmê derbas bûn. Rûsyaya ku bi êrêkirina Rejîma BAAS'ê li Sûriyeyê ye bi hevpeymanên bi dewleta tirk re dixwaze armancên xwe pêk bîne. Hebûna hêzên desthilatdar a li ser xaka Sûriyeyê hebûna gelên Sûriyeyê dike metirsiyê." 
 
'Herêmên Sûriyeyê di destên desthilatdaran de bûye wekî rûpelekê'
 
Selwayê di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku lihevkirinên di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û hêzên Emerîka de çêbûne Rûsya û Tirkiye kiriye nava fikar û metirsiyekê û wiha dewam kir: "Hemû hêzên ji derve hatine dixwazin serdestiya xwe ya li ser petrolê zêde bikin. Ji ber vê yekê jî lihevkirinên ku di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û hêzên Emerîka de çêbûne Rûsya û Tirkiye xiste nava tevlîheviyekê. Her wiha li Idlibê ku her roj şer li wir diqewime alozî kûrtir bû. Rûsya û Tirkiye ketin nava hewildana hevpeymanan. Herêmên Sûriyeyê di destên desthilatdaran de bûye wekî rûpelekê û di nava destên hêzên ji derve de digere."
 
'Projeya Netewa Demokratîk dikin hedef'
 
Selwayê da xuyakirin ku her çiqas şer û pevçûn di navbera hêzan de rû bide jî ew şer gel jê bandor  dibe û wiha bi dawî kir: "Hêzên weke Rûsya û Tirkiyeyê ku serweriya xwe li herêmên Sûriyeyê dikin  her çiqas pevçûn di navbera wan de rû bide jî lê belê ji bo berjewendiyên xwe  li hev dikin  û herêman ji hev re berdidin. Tenê ji bo projeya Netewa Demokratîk a ku bi wekhevî û aramiya gel di nava cîhanê de dengvedanek çêkir, ji bo bi ser nekeve Tirkiye û Rûsya pêvçûnên heyî di nava xwe de çareser dikin. Projeya Netewa Demokratîk dikin hedef."