'Em dest ji doza zarokên xwe bernadin'

  • 09:01 4 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
 
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Dayikên ku çalakiya “Dayikên Gerîla” dest pê kirine, derbarê armancên pêngava xwe û pêşveçûna wê de wiha gotin: “Ev demeke dirêj e ku dîsa xwînmijên serwer êrîşî Kurdistanên dikin, çalakiya me jî li dijî van êrîşan e. Helwesta me diyar in, em aştiyeke mayinde dixwazin. Em ê dest ji doza zarok û pakrewanên xwe bernedin.”
 
Dayikên Rojavayê Kurdistanê li hember kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û bêdengiya navneteweyî, pêngava “Dayikên Gelîla “ dest pê kirin. Di çarçoveya vê pêngavê de çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Niha jî ev dayik çalakiyên xwe di hefteya sêyemîn de dewam dikin. Di hefteya yekemîn de li dijî êrîşên ku çiyayê Kurdistanê hedef digirin daxuyanî hat dayin. Her wiha di hefteya sêyemîn de avakirina baragehên leşkerî yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Têkildarî danasîna armancên hemleyê û pêşveçûna wê de dayikên ku beşdarî hemleya “Dayikên Gerîla” bûne ji me re nêrîna xwe anîn ziman.
 
‘Em dest ji doza xwe bernadin’
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Menîce Heyder armancên çalakiya “Dayikên Gerîla” anî ziman û ev tişt got: “Em van siyasetên ku ser Kurdistanê tên meşandin şermezar dikin. Tu kes nikare me û zarokên me ji hev qut bike. Wê armancên desthilatdaran pêk neyên. Bi avakirina sînoran a di navbera Gelê Kurd e ew ê desthilatdar negihêjin armanca xwe. Armanca me  ew e ku em helwesta raya cîhanî ya ji bo bêdengiya li hember kiryarên ji aliyê dewleta tirk ve ku ser me tê meşandin, biguherînin. Pêwist e çareseriyeke mayinde ji vê yekê re bê dîtin. Dijminên me ji hemû aliyan ve li hev kirine û dixwazin careke din kurdan ji xwe bikin kole. Helwesta me diyar e, em aştiyeke mayinde dixwazin. Em ê dest ji doza zarok û pakrewanên xwe bernedin.”
 
‘Pewist e hemû dayik û jin li dijî kiryarên qirker têbikoşin’
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a Taxa Enteriyê, Emîna Salihe li ser pêşveçûna pêngava “Dayikên Gerîla”  wiha got: “Ev demeke dirêj e ku dîsa xwînmijên serwer êrîşî Kurdistanên dikin. Çalakiya me jî li dijî van êrîşa ye û em tê de pêşve diçin. Bi saya têkoşîna zarokên me, me cîhan ji terora DAIŞ'ê xelas kir. Niha jî zarokên me li Kurdistanê rastî balafirên dewleta tirk tên. Em li pişta zarokên xwe ne û em di doza xwe de xwedî biryar in. Pewist e hemû dayik û jin li dijî kiryarên qirker têbikoşin.”