Ciwanên Şoreşger bi coşeke xurt meşa xwe didomînin

  • 08:58 4 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şikandina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşeke dirêj ji Qamişlo heta Dêrikê orgenîze kirine, meşê di roja duyemîn de dewam de jî dewam kir. 
 
Bi armanca şikandina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dirûşma ”Dem dema azadiyê ye em ê bi ser bikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke dirêj li dar xist. Meşa ku bi beşdariya bi sedan ji ciwanên Herêma Cizîrê pêk hat di roja xwe ya duyem de berdewam kir. Meşa ji stadyoma Heysem Kiço li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû û ber bi bajarê Dêrikê ve diçe. Di roja duyem de ciwanan meşa xwe ji navçeya Tirbespiyê dewam kirin û îro jî gihêştin bajarokê Çilaxa yê bi ser navçeya Girkêlegê ve. 
 
‘Em ê komplogeran têk bibin’
 
Têkildarî pêşveçûna meşê û coşa wê Endama Tevgera Jinên Ciwan Nalîn Mûrad nêrîna xwe bi me re parve kir û wiha got: “Destpêkê em tecrîda girankirî li ser Rêber Apo şermezar dikin û heta azadiya rêberê xwe em ê têbikoşin. Ciwanên şoreşger roleke wan ya girînng di pêşveçûna şoreşê de hebû û niha jî vê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dikin. Em bi coşeke xurt meşa xwe didomînin. Em ê bighêjin armancên xwe û hemû komplokeran têk bibin. Azadiya Rêber Apo mayindeya hebûna nirxên mirovahiyê ye.” 
 
Ciwanên şoreşger di nava stranên şoreşgerî û gerandina govendê de duh meşa xwe li bajarokê Çelaxa rawestandin û îro di roja dawiyê de wê meşa wan bighêje bajarê Dêrikê.