Li Kampa Berxwedanê şevbihêrka hunerî

  • 08:50 4 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
ŞEHBA - Ji bo nûjenkirina çanda Efrînê Koma Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê şevbihêrkek hunerî li dar xist.
 
Bi armanca zîndîkirina folklora Efrînê û vegerandina gel li rojên berê Koma Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê bi tevlîbana şêniyên kampê şevbihêrkek hunerî li dar xist. 
 
Di şevbihêrkê de jinên Efrînê ji bo zindîkirina rojên berê rolên dayik û dapîrên xwe bi hunerê xwe pêşkêş kirin. jinan rola jinê ya di nava civakê de careke din anîn pêş çavnên temaşegeran.  Her wiha lîstikeke şanoyê ya beriya ku Efrîn were dagirkirin û şênî di demsala zeytûnan de amadekariyan dikin jî hat pêşkêşkirin.
 
Şevbihêrk bi stranên Koma Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedanê yên Efrînê bi dawî bû.