Di encamê teqîna mayînekê de li Şehbayê jinek birîndar bû

  • 18:03 3 Cotmeh 2020
  • Rojane

ŞEHBA - Di encama teqîna mayînekê de li bajaroka Til Rifatê ya girêdayî Kantona Şehbayê jina bi navê Maya Kel Xelo ji Efrînêye birîndar bû.

Dema çeteyên DAIŞ'ê, Şehbayê dagirkiribûn li hin deveran mayin çandibûn û îro jî, di seatên nivro de li bajaroka Til Rifetê ya girêdayî Kantona Şehbayê jina bi navê Maya Kel Xelo ji Efrînê ye û 43 saliye dema derbasî erdên xwe dibe mayin diteqê û di encamê de Maya birîndar bû. 

Girêdayî buyerê mirova Maya, Meryem Hecî Mihemed ku niha li wargeha Berxwedanê dijî axivî û wiha got: "Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk em neçarî koçberiyê bûn, lê dewleta tirk û DAIŞ’ê ku girêdayî wê ye her li pey me ne, jiyana gelan di nav hebûn û mirinê de maye.Îro jî di encama êrîşekê de mirovê min bi giranî birîndar bû, divê mafê mirovan vê yekê bibînin û ji êrîşên dewleta tirk re helwestên xwe diyar bikin."

Maya niha di nexweşxaneya Avrîn de tê tedavî kirin.