Li Şehbayê duyemîn lîga futbolê ya jinên ciwan dest pê kir

  • 17:03 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Werzîşê ya Jinên Ciwan li Herêma Efrînê duyemîn lîga xwe ya futbolê li kantona Şehbayê li dar xist. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma "Em dibêjin na" duyemîn lîga Jinên Ciwan a fotbolê bi navê lîstikvana" Zeyneb Mamo" li dar xist. Lîga futbola jinan li lîstokgeha gundê Babinêsê ya navçeyê Fafînê li Kantona Şehbayê bi beşdariya hemû endamên sazî û dezgehên civaka sivîl hat orgenîzekirin. 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Dunya Bekir axivî. 
Dunya di axaftina xwe de teqez kir ku bi rihê lîstikvana çalak Zeyneb Mamo ku jiyana xwe di encama nexweşiyê de ji dest da, dê her rihê wê bi me re zindî bimîne û wiha dom kir: “Bi berxwedan û têkoşîna jinên ciwan dê her rihê werzîşê xurt bibe. Dê jin jî di qada werzîşê de hebûna xwe mayinde bike."
 
Piştî axaftinan lîga fotbolê di navbera tîman de dest pê kir. Tîma Agirî û dengê Efrînê li beramberî hev lîstin û di encamê de tîma Agirî 3-0 bi ser ket. Di navbera tîma Aqîbê û Zenûbya de ku li beramberî hev lîstin, Aqîbê 2-1 bi ser ket. Her wiha tîma Avrîn û kampa Berxwedan bi hev re lîstin û di encamê de Avrîn 6-2 bi ser ket. Di dawiyê de tîma Şêrawa û Armanc bi hev re lîstin û di encamê de Armanc 2-1 bi ser ket.