TAJÊ: Qedexeya hevdîtina li Îmraliyê berdewama komployê ye

  • 15:41 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxuyaniyekê nivîskî qedexekirina hevdîtina li Îmraliyê şermezar kir û got: "Qedexekirina hevdîtinê berdewamiya komployê Em bang li sazî û rêxistinê jinan yên li Kurdistanî dikin ku li dijî komployê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî qedexeya hevdîtinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyekê nivîskî da û biryara ku hatî dayîn şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrişên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Roj bi roj gef, êrîş û dagirkirina li hemberî Gelê Kurd, civaka Êzidî, sazî, dezgeh, îradeya siyasî û tevgera azadî zêdetir dibe. Bê gûman berxwedan û şerê gelê şoreşgerî di şexsê tevgera azadî, gel û têkoşerên Kurdistanê de di aste herî jor de dewam dike. Ev berxwedan wê bi dawî kirine faşîzim, dagirkerî û tecrîdê re bighêje serkeftinê.                             
 
Bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dewleta Tirk û hevkarê wê dixwezin dagirkeriya xwe bidomînin, pirsgirêkan kûrtir bikin. Ji ber vê sedemê jî her ku diçe tecrîdê girantir dikin û hevdîtinê bi parêzer û malbatê re qedexe dikin. Herî dawî bi biryara 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ku 6 meh qedexaye hevdîtinê danîne ser parêzerê Rêber Apo û 3 girtiyên li Îmraliyê, bi vê biryarê dixwezin ku di şexsê Rêbertî de tekoşîna azadiyê ya lewaz û bê encam bikin. Bi taybet tekoşîne jin ku li seranserî cîhanê bûye mînakê berxwedanê. Di heman demê de ev biryar berdewamiya komploya navnetewî ya 9'ê Cotmehê ya.
 
Çawa ku hêzên komploger yên navnetewî li 9’ê Cotmeha 1998 an bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyê dest bi komployê kirin û 15'ê Sibata 1999'an de bi girtine Rêber Apo bi encam kirin, ji wê demê heya neha komplo bi rengê tecrîd, dagirkerî û êrîşan didin dewamkirin. Li 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, her weha di vê demê gef, êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi taybet yên li ser Rojava û Şengal û herêmên başûr û bakurê Kurdistanê ne tesedufî ne. 
 
Em di demekî hesas re derbas dibin, ji ber vê yekê em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang dikin ku li dijî vê biryarê pêwîsta tevahî gelê azadîxwaz di serîda gelê Kuristanê û civaka Êzidî, sazî û rêxistinê jinan yên li Kurdistan û navnetewî tekoşîna xwe xurt bikin û pêngava ku hatiye destpêkirin bi hev re bi serbixin. Bi taybet jin û ciwan pêwîste ji bo azadiya xwe li sernaserî Kurdistan û cîhanê çalakiyên xwe xurtir bikin faşîzm, dagirkerî tecrîdê bi dawî bikin."