Ji Dayika Plaza de Mayo piştevaniya ji bo HDP'ê

  • 15:37 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Plaza de Mayo ya Arjantînê, Nora Cortiñas diyar kir ku ew bi Gelê Kurd û HDP a ku di hedefa operasyonan de ye di nava piştevaniyê de ye.
 
Dayika Plaza de Mayo ya Arjantînê, Nora Cortiñas peyama piştevaniya bi HDP'ê re parve kir. Ji Dayikên Plaza de Mayo yên ji ber pandemiyê ev demeke li ser medyaya civakî çalakiyên xwe li dar dixin, Nora Cortiñas diyar kir ku ew bi Gelê Kurd û HDP a ku di hedefa operasyonan de ye di nava piştevaniyê de ne. Noraya ku girtinên komî yên HDP'yan şermezar kir di heman demê de polîtikaya bombebarandinê ya Tirkiyeyê ya li ser kurdên li Sûriye û Iraqê û bikaranîna leşkerên bi pere yên tirk ên li dijî Şoreşa Rojava tê bikaranîn rexne kir.