TEV-DEM'ê têkildarî komploya navneteweyî komcivînek li dar xist

  • 15:12 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - TEV-DEM'ê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan komcivînek li bajarê Hesekê li dar xist.
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat. Heya roja îro jî tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî komcivînek li hola Reşo ya bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan ji rêveber û endamên saziyên sivîl li dar xist.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, ji Rêveberiya Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zeynep Şîtka komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Komploya li ser Rêber Apo bi armanca tunekirina tevgera Kurdî ya ku doza mafê Kurdan dike ye. Ev komplo bi êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, dixwazin demografiya herêmê biguherin û pergala Netewa Demokratîk bin bixin."
 
Paşê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ferhan Dawûd teqez kir ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn di destên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye û wiha got: "Heya ku Rêber Apo azad nebe, dê aloziya Sûriyeyê çareser nebe û temenê aloziyê dirêjtir bibe."
 
Komcivîn bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.