Huda Kaya: Desthilatdar nikare xwe bi nimêjê xwe xilas bike

  • 11:28 3 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevbertevka DÎK’ê Huda Kaya, bertek nîşanî qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin û li ber şaredariyê nimêja Înê kir da û got: “Bêedaletiyê dikin û li çavê gel mêze dikin û derewan dikin. Desthilatdariya îşkence mirovan dike, nikare xwe bi nimêjê xelas bike."
 
Endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên HDP’ê yên berê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Ji 20 siyasetmedarên 17 siyasetmedar hatin girtin. Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen hat girtin Wezareta Karê Hûndir Bîlgen ji peywirê girt û li şûna wî Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Waliyê ku bi artêşa parêzvan û polîsan re derbasî avahiya şaredariyê bû, li ber şaredariyê nimêja Înê kiribû. 
 
Hevberdevka Kongeya Îslama Demokratîk (DÎK) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, bi daxuyaniyekê nivîskî bertek nîşanî nimêjkirina qeyûm a li ber şaredariyê da. Huda wiha got: “Kesên ku baweriya xwe bi Xwedê tînin, li ser rêya pexember pêş dikevin, Qûranê ji bo xwe kirine rêber, hemû Misilman baş dizanîn ku dizî, derew, îşkence û xesp kirin sûc û gunehe. Yên ku vîna gelan xesp dikin û qeyûm tayîn dikin, bi kirina nimêjeke mirovan bi Xwedî dixapînin.” 
 
Huda di dewama daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Yên ku vîn û mafê mirovan desteser dikin, wê nekarin bi kirina nimêjê xwe bidin efo kirin. Yezîd û eskerên wî jî dema Hz. Huseyîn qetil kirin, nimêj kiribûn. Zalimê Haccac-i jî dema Kabe dida ber keviran, nimêj dikir. Kesên ku Ebû Hanîfe û Ahmet Bin Hanbel, di zindanê de îşkence dikirin jî, nimêj dikirin. Lê dîrok îro lanetê li wan tîne.”
 
Huda, da zanîn ku diziye dikin, bêedaletiyê dikin û li çavê gel mêze dikin û derewan dikin. Kaya, dest nîşan kir ku desthilatdariya îşkenceyê bi mirovan dike, nikare xwe  bi nimêjê xelas bike û wiha bi dawî kir: “Bi nimêje mirovan bi Xwedê dixapînin. Bi vê zilmê li gel dikin. Lê ya rast nimêj, stûnê heqîq û edaleta ole.”